Birûsk Efrîn; şoreşgerê kal û şehîdê Berxwedana Serdemê

Giyanê wî yê ciwanan bû, pir çalak bû û he dem ji bo şoreşê û doza gelê Kurd têkoşîn dikir. Heval û dostên wî navê Birûsk Efrîn lê kir. Tev li Berxwedana Serdemê ya Efrînê bû, tevî temenê xwe yê mezin jî çek hilgirt û li kêleka şervanan şer kir, ji gundê xwe derneket heta ku şehîd bû.

Birûsk Efrîn; şoreşgerê kal û şehîdê Berxwedana Serdemê
Birûsk Efrîn; şoreşgerê kal û şehîdê Berxwedana Serdemê
Birûsk Efrîn; şoreşgerê kal û şehîdê Berxwedana Serdemê
Birûsk Efrîn; şoreşgerê kal û şehîdê Berxwedana Serdemê
Birûsk Efrîn; şoreşgerê kal û şehîdê Berxwedana Serdemê
Birûsk Efrîn; şoreşgerê kal û şehîdê Berxwedana Serdemê
Birûsk Efrîn; şoreşgerê kal û şehîdê Berxwedana Serdemê
Birûsk Efrîn; şoreşgerê kal û şehîdê Berxwedana Serdemê
Birûsk Efrîn; şoreşgerê kal û şehîdê Berxwedana Serdemê
15 sibat, 2019   05:34

CAFER CAFO - EHMED REŞÎD / EFRÎN

Kesayeta welatparêz Mihemed Qoş, ji welatiyên gundê Mosaka yê herêma Raco ya Efrînê ye, sala 1956`an ji dayik bûye û bavê 8 zarokan e. Di nava malbateke welatparêz û kurdperwer de mezin bû. Zarokatiya xwe li gundê xwe derbas kir û li wir jî şehîd bû.

Apê Mihemed Qoş ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe karên cotkariyê dikir, her tim di nava kar û xebatê de bû, hemû karîn û demên xwe ji bo pêşeroja zarokên xwe terxan dikir.

Destpêka ku tevgera azadiyê li Efrînê belav bû, apê Mihemed ew nas kir û bi şoreşgeran re tev li nava têkoşînê bû. Wê çaxê ji ber zilma rejîmê bi dizî dixebitîn. Tev li gelek perwerdeyên di malan de bû, lewma di hêla ramyarî û felsefeya tevgerê û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kûr bû.

Fikrên Ocalan bandoreke mezin li apê Mihemed kir, bi taybet nêrînên Ocalan ên der barê yekitiya neteweyî û mijarên doza kurdî de, lewma wî hemû derfetên xwe dane têkoşînê. Di dema kar û têkoşînê de gelek zehmetî kişandin û rastî gelek metirsiyan hat. Li malên welatiyan civînên veşartî li dar xistin û di nava dost û hevalên xwe û welatiyên gundên herêma Racoyê de fikrên şoreşê belav kirin.

Mirovekî bihêz û rûken bû, di dilê her kesî de hezkirin diçand. Giyanê wî yê ciwanan bû û axaftinên wî yên sivik û nerm hişt ku he kes jê hez bike, pir dilsoz, welatperwer bû û bi axa xwe ve girêdayî bû. Ji bo kar û xebatên şoreşê her tim amade bû.

Carekê beriya şoreşa Rojava ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin. Bi qasî mehekê di zindanê de ma, piştî ku derket, dîsa xebatên xwe dewam kirin.

Di dema şoreşa Rojava de, apê Mihemed li dijî rejîma Baasê serî hilda, bê tirs alên TEV-DEM`ê bilind dikirin û piştgiriya xwe ji şoreşê re nîşan da û di pêvajoya Şoreşa 19`ê Tîrmehê de her tim di nava kar û xebatên şoreşê de bû.

Ji ber têkoşîn û xebatên wî yên çalak welatiyên herêmê navê “Birûsk Efrîn” lê kir û êdî ew bi wî navî dihate naskirin.

Dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê roja 20`ê Çileya sala 2018`an êrîşî Efrînê kir, apê Mihemed gundê xwe berneda û li kêleka şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) çek hilgirt û tev li Berxwedana Serdemê bû.

Apê Mihemed piştî ku zarok û malbata xwe bi ewle kirin, tevî temenê xwe yê mezin jî kete nava şer, li dijî tank û balafirên dijminan bi moraleke bilind li ber xwe da.

Heta kêliya dawiyê jî ji bo parastina axa Efrînê li ber xwe da û roja 12`ê Sibata 2018`an tev li karwanê pakrewanan bû. Cenazeyê wî li kêleka hevalên wî yên şoreşger li Goristana Şehîd Avesta hate binaxkirin.

Bi boneya salvegera şehîdbûna apê Mihemed, hevjîna wî Helîma Ebid El-Hac ji ajansa me re axivî: “Destpêka ku min şehîd Birûsk nas kir, ew xwediyê giyan û moraleke bilind bû, hemû karîna xwe ji bo xizmeta şoreşê û doza gelê Kurd bi kar anî. Di Berxwedana Serdemê de jî bi awayekî şênber kete nava têkoşînê, jiyana xwe berda û ji bo parastina axa welat tev li berxwedanê bû. Her tim di nava seferberiyê de bû, jiyana wî şoreşgerî bû, her tim bi kincên xwe yên leşkerî xew dikir û çeka wî jî li kêleka wî bû; li gorî rewşa şer jiyana xwe bi rêxistin dikir.”

Dayika Helîma roja ku ji gundê xwe derketin bi bîr xist ku çawa wê rojê êrîşên dijwar çêbûn lê Birûsk ji gund derneket û li eniyên şer li kêleka hevalên xwe ma. Dema ku hin kesan jê re digot malbata te hewceyî te ye, ji wan re digot “Min 40 salan ji malbatê re kar kir, niha dema piştgiriya şoreşê û welêt e.”

Şervanê YPG`ê Ferhad Kobanê yek ji şervanên Berxwedana Serdemê ye, dema ew li herêma Raco bû wî şehîd Birûsk nas kir û wiha ji ajansa me re diaxive: “Di pêvajoya Berxwedana Serdemê de yekemîn kesê ku min nas kir apê Birûsk bû. Ji me we ye ku ew gundiyeke li gundê xwe maye, lê piştî demekê me dît ku şervanekî bi giyanê ciwanan e.”

Ferhad Kobanê diyar kir ku di dema şer û bombebaranên dijwar de, şehîd Birûsk bi moraleke bilind li eniyên pêş şer dikir. Dema ku hêzên Tirkiyê digot ew ketine gundên Raco, wî bi rêya telefonê moral dida dost û hevalên xwe yên li derve û rastiya rewşê ji wan re rave dikir û digot ew hîna li li gundên xwe ne û berxwdana xwe dewam dikin.

(kn)

ANHA