ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.02.2019
15 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Bakurê Sûriyê têne lidarxistin, dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa serdana konê sersaxiyê yê şehîd Eymen El-Hemo, Elî Mubarek û Mihemed El-Hasûd ku li navçeya Çilaxa wê were vekirin, bikin û sersaxî ji malbatên wan re bixwazin, saet 12:00. Her wiha şêniyên navçeya Tirbespiyê wê serdana konê sersaxiyê yê şehîd Hozan Silêman ku li gundê Til Şeîr wê were vekirin bikin û sersaxî ji malbata wî re bixwazin, saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Konê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo daxwaza azadiya Ocalan, li Tirbespiyê di roja duyemîn de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Giyanê wî yê ciwanan bû, pir çalak bû û her dem ji bo şoreşê û doza gelê Kurd têkoşîn dikir. Heval û dostên wî navê Birûsk Efrîn lê kir. Tev li Berxwedana Serdemê ya Efrînê bû, tevî temenê xwe yê mezin jî çek hilgirt û li kêleka şervanan şer kir, ji gundê xwe derneket heta ku şehîd bû.(BI WÊNE)

- Rûspiyên êlên bajarê Reqayê kêfxweşiya xwe der barê kêliya bidawîkirina çeteyên DAIŞ`ê ku cîhan bi tevahî tirsandibûn, anî ziman. Rûspiyên bajarê Reqayê teqez kir ku bidawîkirina çeteyan rê li pêşiya çareseriyên siyasî li Sûriyê vedike û wiha got: “Em li benda kêliya ragihandina serkeftina li dijî terorê ne."  (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên ku bi Ocalan re civiyane, diyar kir ku Ocalan ji wan xwestiye ku pala xwe bidin hêza xwe û çarenûsa xwe bi destên xwe pêk bînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nasnemayan li şêniyên Efrînê mîna kîmlika Tirkî ferz dike. Çavkaniyek ji Efrînê tekez kir ku artêşa Tirk a dagirker navên şêniyên Efrînê yên resen ên Kurd wek koçber tomar dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîr û hiqûqnasên Efrînê komploya navneteweyî derheqê Ocalan de ya ku derbasî sala xwe 21`yan bûye û bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember tecrîdê şeremzar kirin. Her wiha tekez kirIN ku çareseriya aloziya Rojhilata Navîn û Kurdistanê di Imraliyê re derbas dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- DAIŞ`a ku dijberên xwe ser jê dikirin û erebeyên bombekirî diteqandin, dengûbasên wê pir bi lez belav bûn, lewma gelek hêzên navdewletî şaneyên xwe xistin nava DAIŞ`ê û ji bo armancên xwe bi kar anîn. Di serî de Tirkiyê berê DAIŞ`ê da herêmên Kurdan ên li Sûriye û Iraqê û komkujiyên hovane pêk anîn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Penabera ji Iraqê ya bi navê Istibraq Ehmed ku li kampa Holê bi cih bûye, destnîşan kir ku ew li Rojava bi ewlehiyê hesiyan û tevî ew li kampê dijîn û tevahiya rêxistinan wan paşguh dikin jî, lê naxwaze vegere Iraqê û dixwaze li Rojava bimîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Tevî ku hejmara koçberan li kampa Holê zêde dibe, lê rêxistinên mirovahî heta niha di bêdengiya xwe de ne. Koçberan bang li rêxistinan kir ku bi erka xwe rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cotyarên navçeya Til Hemîs der barê demsala çandiyê de geşbîn in. Cotyaran diyar kir ku pêdiviya wan bi semadê heye. Komîteya Çandiniyê jî rewşa zeviyan dişopîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî  rizgarkirina Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve, gelek kargeh ku dema serdema çeteyan de hatibûn girtin, jinûve hatin vekirin. Ew kargeh îro roleke mezin di avakirina Reqayê de dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA