‘Erka ciwanan e ku dakevin qadan û asta berxwedanê bilind bikin’

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ciwanên taxa Şêxmeqsûd meşa meşaleyan bi dirûşmeya “Soza me em ê pergala Imraliyê bişkînin û azad bijîn” lidar xistin.

‘Erka ciwanan e ku dakevin qadan û asta berxwedanê bilind bikin’
‘Erka ciwanan e ku dakevin qadan û asta berxwedanê bilind bikin’
‘Erka ciwanan e ku dakevin qadan û asta berxwedanê bilind bikin’
‘Erka ciwanan e ku dakevin qadan û asta berxwedanê bilind bikin’
‘Erka ciwanan e ku dakevin qadan û asta berxwedanê bilind bikin’
‘Erka ciwanan e ku dakevin qadan û asta berxwedanê bilind bikin’
‘Erka ciwanan e ku dakevin qadan û asta berxwedanê bilind bikin’
14 sibat, 2019   20:12

HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk û MSD`ê tev li meşê bûn.

Meşvan li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, meşale û wêneyên têkoşer Leyla Guven hildan.

Di meşê de ciwanên dirûşmeyên `Bê Serok jiyan nabe`, `Bijî berxwedana Imraliyê`, `Bijî berxwedana zîndanan` berz kirin. Li qada Şehîd Destîna a beşa rojhilat a taxê meş rawestiya û veguherî mitîngê. Ciwanan navê Apo bi agir nivîsandin û meşale danîn derdorê.

Li qadê ciwanan daxuyanî dan raya giştî. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Beşar Henan ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Komploya navneteweyî der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de derbasî sala xwe ya 21`an dibe. Dewleta Tirk ji çend salan ve tecrîdek giran li Ocalan ferz kiriye û hevdîtinên malbat û parêzeranan qedexe dike. Asta nerazîbûnan li hember tecrîdkirinê bilind bûye. Leyla Guven û hevalên wê di girtîgehên Tirkiyê de ji bo şermezarkirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji lewre wek ciwan erka me ye ku em dakevin qadan û asta berxwedanê li dijî siyaseta Tirkiyê bilind bikin.  

Wek Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê a Helebê em tecrîdê bi tundî şermezar dikin û piştgiriya berxwedana Leyla Guven a ku 99 roj in di greva birçîbûnê de ye dikin. Em soz didin şehîdan û çalakgeran ku em ê çalakiyên xwe heya rakirina tecrîdê bidomînin.”

Paşê endamê rêveber ê navenda Xemgîn Cûdî a Tevgera Ciwanên Şoreşger Tolhildan Efrîn axivî û  tecrîd şermezar kir. Tolhildan Efrîn wiha domand: "Wek ciwan em soz didin Serok û hevalên greva birçîbûnê ku em ê asta çalakiyên şermezarkirina binpêkirinên Tirkiyê heya şikandina pergala Imraliyê berdewam bikin. "

Mitîng bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silvakirina berxwedana Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA