Li Dirbêsiyê û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya 15`ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin

Endamên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê a navçeya Dirbesiyê û Herêma Efrînê komploya navneteweyî derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi du meşan şermezar kirin.

Li Dirbêsiyê û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya 15`ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
Li Dirbêsiyê û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya 15`ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
Li Dirbêsiyê û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya 15`ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
Li Dirbêsiyê û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya 15`ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
Li Dirbêsiyê û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya 15`ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
Li Dirbêsiyê û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya 15`ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
Li Dirbêsiyê û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya 15`ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
14 sibat, 2019   19:10

HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî derheqê Ocalan û azadiya wî, bi dehan endamên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê tevî şêniyên navçeya Dirbesiyê meşek bi erebeyan organîze kir.

Girseya gel wêneyên Ocalan û alên ciwanan hildan û bi kerwanekî wesayîtan ji ber navenda ciwanan ber bi bajarokê El-Sîkir ve yê girêdayî navçeyê ketin rê.

Di meşê de sloganên ji bo azadiya Ocalan hatin berzkirin. Li bajarokê El-Sîkir meşvan ji bo şermezarkirina komployê agir pêxist û li dora wê xelekên govendê gerandin.

Efrîn

Girêdayî heman mijarê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê a Herêma Efrînê meşek bi meşaleyan orgenîze kir. Bi sedan ciwanên tevgerê û Yekîtiya Jina Ciwan tev li meşê bûn.

Meş ji navenda navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê destpê kir. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên tevgerê hildan. Ciwanan kurtenavê Ocalan (Apo) bi agirê nivîsandin.

Ciwan di nav kolanên sereke yên navenda navçeya Ehrezê meşiyan. Her wiha ciwanan sloganên azadiya Ocalan, şermezarkirina komployê û silavkirina berxwedana wî berz kirin.

Meş li ber Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê rawestiya û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştre endama Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk Îsraa Ibrahîm û endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivîn û tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku komplogeran armanc dikirin ku fikra demokratîk û jiyana hevpar a ku Ocalan xwest di nav civakê de belav bike, têk bibin. Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdên ku ji bo azadiya gel canê xwe fedekirine û bi fikra Ocalan hatin girêdan û li erdê pêk anîn, dan.

Mitîng bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bû.

(şx)

ANHA