Ji bin konê çalakiyê peyama têkçûna komploya navneteweyî hate dayîn

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bin konê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyê derheqê Ocalan de gotin komplo yekîtiya gelan, azadî û demokrasiyê kirin hedef.

Ji bin konê çalakiyê peyama têkçûna komploya navneteweyî hate dayîn
Ji bin konê çalakiyê peyama têkçûna komploya navneteweyî hate dayîn
14 sibat, 2019   16:52

QAMIŞLO

51 kes ji şêniyên navçeya Tirberspiyê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn. Çalager konê grevê îro li ber navenda Kongreya Star a navçeyê vedan.

Konê çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên”Bi berxwedana zîndanan em ê tecrîdê bişkînin”hate xemilandin. Di çalakiyê de endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk Fasîh Hisên û endama rêveber a Kongreya Star Xalya Eyûb axivîn û berdewamkirina çalakiyên ku banga azadiya Ocalan dikin tekez kirin.

Her du axaftvanan diyar kirin ku hevgirtina tevahiya pêkhateyên herêmê û tevlêbûna wan ji çalakiyan re ji komplogeran re peyama têkçûna komployê ye û nikarin fikr û felsefeya Ocalan ji gel dûr bixin.

Xalya tekez kir ku fikrên Ocalan di nav gelan de belav bû.

Piştî bidawîbûna axaftinan serdana şêniyan ji konê çalakiyê re berdewam kir. Tê payîn  ku çalakiya şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 3 rojan bidome.

(şx)

ANHA