Pûtin û Rohanî: Em bi terorîstan re lihev nakin

Her du serokên Rûsya û Îranê bal kişandin ser hebûna Cebhet El-Nusra li Idlibê. Ji aliyê xwe ve Pûtin  tekez kir ku ew bi komên terorê re li hev nayin û ji bo tunekirina El-Nusra gavên hevpar bi Tirkiyê û Îranê re pêşniyar kir. Ji aliyekî din ve pêwîstiya pêkanîna lihevkirina Soçiyê girêdayî mijara Idlibê tekez kir.

Pûtin û Rohanî: Em bi terorîstan re lihev nakin
14 sibat, 2019   16:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîna lûtkeya sêalî de di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de, serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin  got hebûna terorê li Idlibê tiştek nayê qebûlkirin û pêwîst e gav ji bo tunekirina wan werin avêtin.

Pûtin  wiha domand: "Li Idlibê divê bi temamî şer rawest e. Em di piştgiriya rêjîmê de ji bo rawestandina operasyonan li parêzgehê biserketin. Lê ev nayê wateya ku em ê bi komên terorê lihev werin. Ji lewre ez pêşniyar dikim ku gavên piratîk ên hevpar ên Tirkiyê, Rûsya û Îranê ji bo tunekirina terorê di ber çavan re werin avêtin."

Her wiha Pûtin  girîngiya destpêkirina xebatên komîteya destûra Sûriyê di zûtirîn dem de tekez kir û got: "Dîplomasiyên dewletên me xebatên cidî di warê koordînekirina bi aliyên Sûriyê û NY`yî re ji bo avakirina komîteya destûra Sûriyê kirine. Ya girîng ew e ku ev komîte di zûtirîn dem de dest bi xebatê bike."

ji aliyê xwe ve serokê Îranî Hesen Rohanî got: "Me şer û rijandina xwînê rawestandin û dest bi diyalogê di navbera aliyên nakok de kir."

Hesen Rohanî destnîşan kir ku li hindek herêman terorê maye, lê herêmên din di nav ewlehiy û aştiyê de ne.

Girêdayî lihevkirina Rûsya û Tirkiyê li ser Idlibê Hesen Rohanî wiha got: "Rûsya û Tirkiyê ji bo Idlibê lihev kirin me jî destek da wan. Divê ev lihevkirin bikevin meriyetê û ji bo pêşerojê divê gav li herêmê werin avêtin. El-Nusra hîna ji herêma bêçek derneketiye."

Hesen Rohanî tekez kir ku bi rêjeya ji sedî 90 ji Idlibê di bin serweriya El-Nusra de ye û nabe ku bi guhertina navê xwe, xwe biparêze.

Hesen Rohanî diyar kir ku divê rêjîma Sûriyê hêzên xwe li her du beravên Firatê belav bike û wiha domand: "Divê mafên gelên Sûriyê werin parastin. Kurd ji berê ve li herêmê ne û ew beşek nayên parçekirin ji gelê Sûriyê ne."

(şx)