Êzidiyên Efrîn û Helebê cejna “Bêxwîn” pîroz kirin

Êzidiyên Kantona Efrînê û bajarê Helebê cejna Xidir Ilyas(Bêxwin) li kampa Serdem a li kantona Şehbayê pîroz kirin.

Êzidiyên Efrîn û Helebê cejna “Bêxwîn” pîroz kirin
Êzidiyên Efrîn û Helebê cejna “Bêxwîn” pîroz kirin
Êzidiyên Efrîn û Helebê cejna “Bêxwîn” pîroz kirin
Êzidiyên Efrîn û Helebê cejna “Bêxwîn” pîroz kirin
Êzidiyên Efrîn û Helebê cejna “Bêxwîn” pîroz kirin
Êzidiyên Efrîn û Helebê cejna “Bêxwîn” pîroz kirin
Êzidiyên Efrîn û Helebê cejna “Bêxwîn” pîroz kirin
Êzidiyên Efrîn û Helebê cejna “Bêxwîn” pîroz kirin
Êzidiyên Efrîn û Helebê cejna “Bêxwîn” pîroz kirin
Êzidiyên Efrîn û Helebê cejna “Bêxwîn” pîroz kirin
14 sibat, 2019   15:22

ŞEHBA

Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê û Yekîtiya Jina Êzidî ya Efrînê bi rasthatina cejna Xidir Ilyas şahiyek li kantona Şehbayê orgenîze kir. Bi dehan Êzidiyên ku li Şehbayê dimînin beşdarî şahiyê bûn.

Cejna Xidir Ilyas ji cejna Êzidiyan a herî kevin e. Her sal di roja pêncşema yekemîn de ji meha Sibatê li gorî roznameya rojhilat cejnê pîroz dikin. Êzidî heya 3 rojan rojî digirin û roja çaremîn cejnê pîroz dikin.

Li gorî mîtelojiya Êzidiyan, di rojên rojîgirtinê de serjêkirina sewalan, rêwîtiyên dûr û nêçîriyê li Êzidiyan têne qedexekirin.

Êzidî wek nîşaneya bidawîbûna mewsima çandiniyê nok, dan û ceh dibirêjin û navê `Qelendok` bi nav dikin. Di roja din de `Qeleqndok` dihêrin û vediguherînin `Bêxwin û bi `Sefik` bi nav dikin. Ev jî xwarinek taybet bi cejnê ye.

Êzidî Bêxwin an Sefik li zeviyan direşînin da ku xêr û bereketê bi xwe re bîne. Ciwanên Êzidî jî ji Sefik û xwê hevîr çêdikin û ji bo bextê dixwin.

Şahiya cejna Xidir Iliyas bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre zarokên Êzidî sirûdên olî ên ola Êzidî vegotin.

Di şahiyê de hevserokê Yekîtiya Êzidî ya Efrînê Mistefa Elî Şan û endama  Tevgera Civaka Demokratîk Gulê Cafer axivin û cejn li tevahiya Êzidiyan pîroz kir. Her wiha hêvî kirin ku xêr, bereket, aştî û biratî di navbera gelên cîhanê de belav bibin.

Di her du axaftinan de hate destnîşankirin ku gelek ferman der heqê gelê Êzidî de pêk hatine, lê wan dest ji ola xwe bernedan. Her wiha hate diyarkirin ku ji mafên gelê Êzidî ye ku mîna neteweyên din rêûresmên xwe yên olî pêk bînin.

Piştre hevserokê Meclisa Zagonsaz a Kantona Efrînê Silêman Cafer detayên cejna Xidir Ilyas şîrove kirin û destnîşan kir ku ev cejn ji cejnên kevn e û ne tenê Êzidî wê pîroz dikin.

Paşê koma olî ya mamosteyan sirûdên olî vegotin. Di dawiyê de Bêxwin li beşdaran hate belavkirin.

HELEB

Êzidiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî cejna Xidir Ilyas bi merasîmekê pîroz kirin. Di mersîmê de sirûdên ola Êzidî hatin vegotin û cejn li tevahiya civata Êzidî hate pîrozkirin. Merasîm li hola Yasîn Yasîn li beşa rojava ya taxê li dar ket. Hol bi sembol û nîşaneyên Êzidiyan, alên Jina Êzidî û sembola Laleşê hate xemilandin.

Êzidiyên taxê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek  rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Mala Êzidî Roşîn Musa bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Îro ev cara yekemîn e ku em cejna Xidir Ilyas li Helebê bi merasîmekê pîroz dikin, ji ber ku rastî roja dîlgirtina Ocalan tê."

Şêx Riyad Umer û şêx Dahîn Cemîl Berekat cejn li tevahiya Kurdan bi taybet Êzidiyan bi her sê çînên xwe pîroz kir. Her du şêxan wateyên cejnê, ayînên wê û sedema rojîgirtinê şîrove kirin. Her wiha di axaftinên xwe de destnîşan kir ku 74 komkujî der heqê Êzidiyan pêk hatine û ya herî dawî li Efrînê ye ya ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Saziyên Civaka Sivîl Mihdî Bîlal cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevhiya Kurdên Êzidî pîroz kir û got: "Dijmin nîşaneyên aştiyê yên vê mehê tepes kirine."

Piştî bidawîbûna axaftinan sirûdên ola Êzidî ji aliyê 13 zarokan û her du şêxên Riyad Umer û Dahîn Cemîl Berekat ve hatin vegotin.

Di dawiya merasîmê de Êzidiyên taxê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Jina Êzidî ya Helebê Ranya Cafer hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, bal li ser van xalan hate kişandin:”Di serdema nûjen de hêzên paşverû tevî dewletên masoniyê mîna Tirkiyê, Yunanistan, Berîtanya û hwd di 14`ê Sibata 1999`an de bi komployek navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girt û radestî dewleta Tirk kir. Rêxistinên mirovahiyê û cîhanê bêdeng man û heta niha jî bûyerên ku li Rojava ji kuştin û qirkirina gelê ku banga azadiya Ocalan û jiyana azad dikin paşguh kirine.

Wek mala Êzidî em wan komployan şermezar dikin û bang li kesên xwedî wijdan dikin ku tecrîda giran ku li Ocalan hatiye ferzkirin bidawî bikin. Em soza şopandina rêya têkoşerên greva birçîbûnê û şehîdan ta serkeftinê didin.`

(şx)

ANHA