Şehîd Hozan li Tirbespiyê hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê û endamên saziyên civaka sivîl, cenazeyê endamê tirafîkê Hozan Silêman ku roja 13`ê Sibatê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Doger oxir kirin.

14 sibat, 2019   15:09

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê, endamên saziyên civaka sivîl, endamên tirafîkê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn, cenazeyê şehîd Hozan Silêman ji mala wî ya li gundê Til Şeîr a navçeya Tirbespiyê wergirtin û bi karwanekî berê xwe dane Goristana Şehîd Dilşêr. Li goristanê jî, cenazeyê şehîd ji aliyê bi sedan şêniyên Tirbespiyê û bajarok û gundên wê ve hatin pêşwazîkirin.

Li goristanê, merasîma oxirkirinê, bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlehiyê û tirafîkê ve hate destpêkirin. Paşê, ji rêveberên tirafîkê Dîler Temo, ji fermandarên Hêzên Ewlehiya Hundirîn Botan Kobanê û ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Celal Hisên ve, axivin.

Di axaftinan de, hate teqezkirin ku şehîdan rêya azadiyê bi xwîna xwe ronî kirin û soza şopandina rêya şehîd Hozan û şehîdên din da.

Her wiha bi navê malbata şehîd Hozan, apê şehîd Sêrdîn Silêman axivî û hêvî kir ku şehadeta lawê wan bibe gavek ji bo yekitiya Kurdan.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehîd Hozan hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiya merasîmê de, hevreyên şehîd cenazeyên wî rakirin û bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re oxir kirin.

Şehîd Hozan Silêman, ji destpêka  avakirina tirafîkê de cihê xwe di nav de girt û kedeke mezin li gelek buroyên trafîkê li kantona Qamişlo da.

(kc)

ANHA