Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir da ku karê meclisê bişopîne û pirsgirêkên xizmetguzariyê yên herêmê nas bike.

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir
Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir
Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir
14 sibat, 2019   14:01

DÊRAZOR

Civîna ku li avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li dar ket, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdullah El-Muhbaş, hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û hemû komîteyên xizmetguzariyê yên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê, rûspiyên êl û eşîrên herêmê beşdar bûn.

Di civînê de aliyên xizmetguzarî û astengiyên ku herêma Dêrazorê dikişîne, ji ber ku ev demeke kurt e ji aliyê QSD`ê ve hatiye rizgarkirin, hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got: "Ji bo plansaziya herêmên ku dê rizgarkirina wan di nêz de bê ragihandin, me serdana Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir. Divê planeke destwerdanê ya bilez ji bo van herêmên wekî Hecîn, Şafa, Sûse û Baxoz bê amadekarin da ku êşa sivîlan sivik bikin.”

(fr)

ANHA