PYD`ê Komploya 15`ê Sibatê şermezar kir

PYD`ê Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û ji raya giştî xwest ku ji bo azadiya Ocalan tev bigere.

PYD`ê Komploya 15`ê Sibatê şermezar kir
14 sibat, 2019   13:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya 20`mîn salvegera Komploya 15`ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên komploger bi girtina Ocalan hewl da ku rihê têkoşîn û berxwedana gelê Kurd vemirînin û wiiha hate gotin: “Lê wan nizanî ku gelê Kurdistanê û tevahiya hêzên demokratîk paradîgma û felsefeya Ocalan wergirtiye, ev yek îro di viyana gel a jiyana hevbeş de diyar dibe.”

PYD’ê her wiha di daxuyaniya xwe de got felsefeya Ocalan bûye felsefe û nimûneya jiyanê û êdî sînorê gelê Kurd jî derbas kiriye û hate lêzêdekirin: “Pirtûkên vê felsefeyê bûne jêdereke zanyarî û akademîk ku hemû hêzên demokrat û rêxistinên jinan û ciwanan hêza xwe jê werdigirin.”

PYD`ê bal kişand ser projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bûye nimûneya guhertin û veguhertina li Sûriyê û diyar kir ku ev proje li ser felsefeya neteweya demokratîk a Ocalan hatiya avakirin.

Daxuyaniya PYD`ê wiha dewam dike: “Em wekî her dem Komploya Navdewletî û tecrîda li dijî rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Em ji hêz û kesayetên demokrat, saziyên hiqûqî û hemû kesên aştiya Rojhilata Navîn dixwazin, hêvî dikin ku ji bo azadiya Ocalan tev bigerin û ji bo wê çi pêwîst be, pêk bînin.”

(kn)

ANHA