Meşa ber bi Elîpelûrê ve bi daxuyaniyekî bidawî bû

Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê di roja sêyemîn a mesa ber bi gundê Elîpelûrê yê rojavayê bajarê Kobanê bi daxuyaniyekî bidawî kirin.

Meşa ber bi Elîpelûrê ve bi daxuyaniyekî bidawî bû
14 sibat, 2019   14:07

KOBANÊ

Meşa ciwanên şoreşger ên Sûriyê ku 12’ê Sibatê di bin druşmeya "Ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzimê serî hilde û Rêbertî azad bike" ji navçeya Çelebiyê ya (60) km dikeve başûr rojhilatê Kobanê, destpê kir, piştî gihaşt gundê Elîpelûrê bi daxuyaniyek bidawî bû. Di meşê de sedan ciwanên Sûriyê ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Minbic, Reqa û Tebqa beşdarî meşê bûn.  Di roja sêyemîn a meşê de ciwanan ji Qada Jina Azadî ber bi gundê Elîpelûrê ve ketin rê.

Giringiya gundê Elîpelûrê ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara yekem dema ji Bakurê Kurdistanê derket derbasî wî gundî bû û 40 roj li wî gundî mabû.

 Piştî meşa 10 km di bin baranê de, ciwan gihaştin gundê Elîpelûrê, li wir ciwan li pêşiya mala ku Ocalan lê dima, rawestiyan û daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Delîl Cansiz ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de Cansiz Komploya Navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana wî ya di Îmraliyê de silav kir.

Cansiz teqez kir ku armanca komployê ew bû ku derbeyê li îradeya gelên ber bi azadiyê ve diçin, bixin û wiha got: “Ferzkirina tecrîda giran li ser Ocalan dewam dike, ev yek jî ji bo ku ramanên Ocalan ji gel qut bike. Hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikrên Ocalan dimeşin û projeya netewa demokratîk de misoger dikin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikrên Ocalan rizgar bû û ewlehî pêk hat.

Cansiz teqez kir ku wê berxwedana wan heta şikandina tecrîdê û azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bike.

Di dawiya axaftina xwe de Cansiz bang li ciwanan kir ku tevlî berxwedanê bibin, xwe birêxistin bikin û li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

(jo/bm)

ANHA