Sersaxî ji malbata 4 şehîdên Dêrazorê re hate xwestin

Li Qamişlo ji bo 4 şervanên QSD û HPC’ê konê sersaxiyê hate vedan. Bi sedan şêniyan berê da konê sersaxiyê û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. 

14 sibat, 2019   13:42

QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û şervanên YPG, YPJ û HPC`ê, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kom bûn û berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê QSD`ê Mistefa Silêman (Ehmed Qamişlo), endamên HPC`ê Mehmûd Etallah (Heqî Hol), Yasîn Debûl (Ismayîl Qamişlo) û Mihemed Hetêmî (Hetêmî) ku di 11`ê Sibatê di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan li bajarê Qamişlo hatiye vedan. Kon bi wêneyên her çar şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û QSD`ê û Saziya Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê Rêveber Ebdilezîz Osman, endamê PYD`ê Hîşam Şawîş û fermandarê YPG’ê Egîd Omarî axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku ew ê heta azadiyê li ser rêya wan bimeşin.

Bi navê malbata şehîd Îsmayîl Qamişlo Debûl, apê wî Ehmed Debûl axivî û wiha got: "Em bi keda şehîdên xwe mezin dibin. Israra têkoşînê ji bo rizgarkirina tevahî Sûriyê ye. Li ser bingeh û rêgezên rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan em gihaştin vê demokrasiyê."

Debûl xwest ku bi rihê hevaltiyê û ramanên Ocalan bigirin û wiha domand: "Fikra Ocalan keştiya rizgariyê ya ber bi ewlehiyê ve ye.”

Ehmed Qamişlo şehîdê 9’emîn ê malbatê ye

Bi navê malbata şehîd Ehmed Qamişlo, kurê apê wî Zîwar Kutê axivî û da zanîn ku şehîd Ehmed ne yê yekemîn e, di malbatê de 9 şehîd hene û wiha got: “Hemû şehîdan hawara gelê xwe bihîst û canê xwe da. Ji bo azadiya gelan û bidawîkirina zilmê li ser gelan û pêkanîna wekhevî û biratiya gelan, em bê deng neman, şehîdên me canê xwe feda kir."

Şênî hîna berê xwe didin konê sersaxiyê yê her çar şehîdan. Dê kon heta seatên êvarê vekirî be.

(jo/bm)

ANHA