Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê bi boneya 15`ê Sibatê daxuyaniyek da

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, bi boneya 20’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê bi boneya 15`ê Sibatê daxuyaniyek da
Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê bi boneya 15`ê Sibatê daxuyaniyek da
Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê bi boneya 15`ê Sibatê daxuyaniyek da
14 sibat, 2019   13:15

 KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, bi boneya 20’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek da. Daxuyanî li Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê bi tevlêbûna bi sedan malbatên şehîdan hate dayîn. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyên endamên meclisê Hesen Mihemed û Ronahî Ehmed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“20 sal e rêber Apo di girtîgehên dewleta Tirk de ye, komployê di sala 1998’an de dest pê kir. Komplo bi alîkarîya hinek hêzên navneteweyî yên li dijî îradeya azad pêk hat ku li gorî berjewendiyên xwe her fikrekî azad tune bikin. Lê berovajiyê wê gelê Kurd û tevgerên azadîxwaz ji bo azadiya rêber Apo daketin qadan. Her kolanek bû qada çalakiyan. Bi dehan kesî agir berda bedena xwe. Bi dehan hevrêyên me çalakiyên fedaî li dar xistin.

Di 20 salên komployê de gelek planên qirêjî li ser rêber Apo dan meşandin. Lê hemû jî bi bin ketin. Ji ber ku fikr û felsefeya rêber Apo ya di nava gel de belav bûbû, di aliyê pratîk de jî pêk hat. Gel xwe li gorî fikrên rêber Apo xwe bi rêxistin kir û her tim li dijî komployê çalakî li dar xistin. Ji bo gel fikrên rêber Apo azad e, lê gel dixwaze rojekî wî bi zindî bibîne. Bi wî re bijîn. Çalakiya me ya îro jî pêşengiya malbatên şehîdan wateya xwe ew e ku tu carî ji bo me jiyaneke bêyî Apo ne mimkun e. Ji ber ku em xwe wek malbata rêber Apo dibînin. Divê em her tim di nava tevgerê de bin, ji ber ku xeyalên şehîdên me azadiya rêber Apo û jiyana azad e.

Ji bo ku em xeyalên şehîdên xwe pêk bînin, di her qadeke têkoşînê de pêwîst e em her tim pêşeng bin. Me du nirx hene; ew jî serok Apo û şehîdên me ne. Em ê ji bo parastina van her du nirxan her tim di nava tevgerê de bin û li her derê çalak bin. Dewleta Tirk faşîzma xwe li her deverê dide meşandin. Li Efrîn, Minbic, Reqa û Kobanê piştgiriya terorîstan kir. Her cihê ku dagir kir, bêrêzî û desthilatdariya xwe li ser gel dide meşandin. Pîvanên mirovahiyê binpê dike û neteweyên heyî tune dike.

Îro jî bi sedan kesên me di girtîgehên Tirkiyê de li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê. Dewleta Tirk heta niha li hemberî van çalakiyan bê bersiv e. Divê bersivê bide van çalakiyan û daxwazên çalakgeran pêk bîne. Wê di demeke nêz de tecrîd were şikandin û rêber Apo azad bibe. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka li herêmê di destê wî de ye. Divê hemû hêzên navneteweyî zextê li Tirkiyê bikin da ku zext û desthilatdariya Tirk li ser gelê herêmê rawestînin.

Ji rêber Apo re azadî.”

(bm)