Av û kehrebe gihaşt bejahiya rojhilatê Reqayê

Meclisa El-Cedîdat a Rojhilat a bejahiya rojhilatê Reqayê bi rêya avakirina komînan û pêşkêşkirina xizmetguzeriyê dikaribû av û kehrebê bigihîne 40 hezar kesî re.

Av û kehrebe gihaşt bejahiya rojhilatê Reqayê
Av û kehrebe gihaşt bejahiya rojhilatê Reqayê
14 sibat, 2019   13:03

EHMED EL-ESAF / REQA

Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê, Meclisa El-Cedîdat a Rojhilat 14`ê çileya sala 2018`an hate vekirin.

Derbarê xebatên xizmetuzarî de, komîteya xizmetguzeriyê ya girêdayî meclisê qenalên (ava vexwarinê û gihandina avê ji bajarokê El-Cedîdat re ku 40 hezar kes lê dijî, sererast kir.  Her wiha toreyên kehrebê bi hevkariy komîteya enerjî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê 10 stasyonên kehrebê sererast kir û bi vê yekê kehrebe gihîşt tevahiya bajarok.

Komîteya çandiniyê roleke girîng leyîst û ji bo xizmeta herêmê di aliyê çandiniyê de û pêşkêşkirina alîkariyê ji cotkaran re, komîteyê 300 ruxsetên çandiniyê dan cotkaran da ku tofên genim û kimawî bi nirxekî guncaw bigrin. Her wiha komîteyê bi hevkariya saziya Sadkop a sotemeniyê 30 hezar letre bi nirxê 55 leyreyên sûrî ji her letreyekê re belav kir.

Li aliyekî din jî komîteya çandiniyê qenalên avdanê ku dirêjiya wê 4 kîlometre ye sererast kir.

Hevseroka meclisa gel a aliyê rojava yê bajarok Yasmîn Remedan wiha got: "11 komîn ji meclisa rojhilat re hatin avakirin da ku xizmeta şêniyan bike, em ê ava vexwarinê bigihînin bejahiya El-Cedîdat, her wiha em ê alîkariya cotkaran bikin ji ber ku herêmên me bi çandiniyê tên naskirin û şênî li ser wê dijîn".

(jo)

ANHA