Hevdîtina Pûtîn û Erdogan “herêma bêçek” aloztir kir

Amadekariyên civîna Soçiyê ya di navbera Pûtîn û Erdogan de, êrîşên hêzên rejîma Sûriyê li dijî “herêmên bêçek” di 36 saetên dawîn de zêde kirin.

Hevdîtina Pûtîn û Erdogan “herêma bêçek” aloztir kir
14 sibat, 2019   13:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku rejîm bombebarana li “herêma bêçek” di roja sêyemîn de bê navber didomîne.

Rejîma Sûriyê zêdetirî 21 roketan li deverên bajarokê El-Letamine yê bakurê bejahiya Hemayê xistin. Her wiha zêdetirî 20 roket jî li bajarê Xan Şêxûn ê bakurê bejahiya Idlibê xistin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan duh tevgera bilindkirina çalakiyên rejîmê şopand û ragihand ku gund û bajarokên El-Teh, Xan Şêxûn, Sikêk û El-Temaine yên başûr û başûrê rojhilatê bejahiya Idlibê hatin bombebarankirin. Her wiha rejîmê gundên El-Hewaş, El-Hiwêz, El-Hiwêce û pira Beyt El-Ras a li Sehil El-Xab ên bejahiya bakurê rojavayê Hemayê jî topbaran kirin.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku karwaneke leşkerên dagirkeriya Tirk di nîvê şevê din de ku ji dehan erebeyên leşkerî pêk dihat, ber bi nuqteya dagirkeriya Tirk a herêma Mexar a bejahiya bakurê hemayê ve ket rê û derbasî wê herêmê bû.

Rûsya û Tirkiyê diyalogên xwe ji bo rewşa Idlibê û herêmên qaşo bêçek ji bo amadekariya hevdîtina civîna Soçiyê zêde kirin. Her wiha bi vê hevdîtin û civînê re tevgerên tund û dijwar li “herêmên bêçek” rû didin.

Beriya hevdîtina Pûtîn û Erdogan pêk were, duh wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ne pêkan e diyalog bi terorîstên Idlibê re pêk bê û dê welatê wan ji aliyê leşkerî ve piştevaniya rejîmê bike.

(fr)