Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin

Di temenê biçûk de cilên reş lê ferz kirine. Cil û şerpên reş li xwe dikin, lê sedema lixwekirinê nizanin. Ruxmî ku ji bin serwerî û sîwana “xilafeta” DAIŞ’iyan rizgar bûne û gihaştine azadiyê jî, lê hê jî ew paç û cilên reş ên ku lê hatine ferzkirin li wan in û zarokên xort jî mêjiyê wan bi fikrên tarî hatine dagirtin.

Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
Beden û mejiyê wan hatiye reşkirin
14 sibat, 2019   12:52

HOGIR NECAR / DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 9’ê Îlona 2018’an de li gundewarên rojhilatê bajarê Dêrazorê dest bi şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yê bi navê Şerê Tunekirina Terorê kir. 

QSD’ê piraniya Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Gelek bajarok, navçe û gund ji reşahiya çeteyan ber bi azadiyê ve birin û bi hezaran sivîl ji lepên hêzên tarî rizgar kirin. Bi berfirehkirina erdnîgariya rizgarkirî ji hêla QSD’ê ve, rizgarkirina sivîlan jî tevî ku çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran sivîl ji bo ku nikaribin derkevin, kiribûn mertalên zindî jî, zêde bû. Şênî dikirin mertal da ku wextê mayîna wan dirêj bibe û xwe di nava şêniyan de veşêrin.

Di qonaxa dawîn a Şerê Tunekirina Terorê de, çeteyên li herêmên di bin serweriya wan de, xwarin û vexwarin li şêniyan qedexe kir. Çeteyan jin, zarok, mêr û ciwan kirin çemberê. Tevî ku pir cih ji dest dan jî, kêliyekî jî binpêkirin û komkujiyên xwe ranawestînin.

Zarok ji jiyana zarokatiyê hatin mehrûmkirin

Zarok ji jiyana xwe ya xwezayî mehrûm mane. Çeteyên DAIŞ’ê dibistanên wan girtin û kirin baregehên leşkerî. Zarokên keç ji xwendinê qut kirin, ên xort jî li gorî metodên xwe ola îslamê pê didan xwendin. DAIŞ’ê ji bo ku serwerî û hikum li zarokan bike, zagonên radîkal li ser zarokan meşandin û bi hezaran zarok di bin navê “Eşbal El- Xîlafe” de girtin. Erkên ji temenên zarokan mezintir dan ser milê zarokan. Piraniya zarokan di pêkanîna “çalakiyên cîhadî” û xweteqandinê de dixebitandin.

Di rojên dawîn ên jiyana çeteyên DAIŞ’ê de, QSD’ê bi hezaran sivîl û malbatên wan ji kabûsa mirinê rizgar kirin. Ew di korîdorên ewle re gihandin herêmên rizgarkirî.

Gelek şênî jî ji ber çemberê nikarin xwe bigihînin korîdorên ewle, neçar dimînin berê xwe bidin rêyên zehmet ên di bin çemberê de ku jê re dibêjin “rêyên mirinê”. Çeteyên DAIŞ’ê jî, ji bo ku nehêlin sivîl derkevin, di van rêyan de sekvanan bi cih dikin û mayinan diçînin. Lewma navê wan rêyan bûye rêyên mirinê.

Îro QSD’e nêzî hezar sivîl rizgar kirin. Ya balkêş û xemgîn rewşa zarokên keç ên ku yên di rêyên mirinê re derbasî herêmên rizgarkirî bûne. Çeteyên DAIŞ’ê cilên reş li wan kirine û zarok newêrin wan cilan ji xwe bikin.

Dema ku nûçegihanên jin ji bo rewşa sivîlan bikin nûçe derbasî cem malbatan bûn, zarokeke 10 salî ji nûçegihaneke jin re wiha dibêje: “Guneh e mêr li jinan binêrin û wan çima cilên şerîî li xwe nekirine?” Keçika biçûk got “dewletê” (DAIŞ) ev tişt fêrî wan kiriye. Wan jî cilên rawa anku şerî li xwe nekirine û wiha dibêje: "Dewletê em fêrî vê kirine.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku û piştî ku sivîl tên rizgarkirin, berê wan didin kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê. Hejmara koçberên li kampa Holê ji 27 hezarî zêdetir e.

(fr/bm)

ANHA