Berpirsekî Brîtanyayê ji Amerîkayê re: Dev ji Kurdan bernede

Berpirsekî Brîtanyayê yê payebilind ji Amerîkayê xwest ku berê xwe ji hevkarên xwe yên Kurd û Ereb venegerîne ku li dijî DAIŞ`ê şer kirine.

Berpirsekî Brîtanyayê ji Amerîkayê re: Dev ji Kurdan bernede
14 sibat, 2019   10:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Meclisa Giştî ya Brîtanyayê û hevserokê Koma Dostên Sûriyê Bob Selly ji rojnameya Daily Telegraph re axivî û wiha got: "Biryara serok Trump a vekişîna mezin û lezgîn ji Sûriyê, cihê matmayînê ye.”

Selly wiha dewam kir: "Pêwîst e em rasteqîn û alîkar bin, deverên di bin desthilatdariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de axa Sûriyê ne, lê tevî wê jî em, Amerîka û Fransa pêwîst e amade bin ku wî deynî bidin, spasdar û minetdar bin ji wan kesan re ku jiyana xwe ji bo tunekirina DAIŞ`ê feda kirine. Wek nîşana spasdariyê, divê em bi hemû hêza xwe li kêleka wan bin."

Rojnameyê li ser zimanê fermandarekî QSD’ê Endan Efrîn wiha got: "Piştî tunekirina xilafeta DAIŞ`ê, em ê bi şerekî nû yê îdeolojiya bijehr a DAIŞ`ê re rû bi rû bimînin."

(kn)