TEV-DEM: Di salvegera komployê de em zêdetir nêzî azadiyê bûne

TEV-DEM`ê destnîşan kir ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye, berdewam dike lê belê lawaz bûye û wiha got: “Di salvegera komployê de em zêdetir nêzî azadiyê bûne û di salvegera berxwedanê de jî em zêdetir nêzî serfiraziyê bûne.

TEV-DEM: Di salvegera komployê de em zêdetir nêzî azadiyê bûne
14 sibat, 2019   10:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete sala 21`an. Bi vê boneyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku komplo didome, lê lawaz bûye û Îmralî êdî ne giraveke biçûk û girtîgehek e, êdî bûye ronahî û azadiya ku dilê azadîxwazan bi ramanan dagirtiye.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

"Di 15’ê Sibata 1999’an de berjewendiyên hemû hêzên şer li dijî kesayeta Rêber Ocalan kom bûn. Armanc jê jî tunekirina tevgera berxwedana gel û tunekirina tevgera azadiyê ye ku berê biryar û palnsazî jê re hatibû danîn. Her wiha tunekirina doza gelekî û alav û metodên ku ew kirine gel, jê standine.

Lê piştî derbasbûna 20 salan di ser komloyê re, em dikarin bibêjin komplo didome, lê lawaz bûye. Berxwedan jî bi awayekî pir bihêz û ji berê xurttir û berfirehtir didome. Ji zindaneke biçûk a li giravê, li hemû Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû. Berxwedana Îmralîyê faşîst û zordar şikandin û dilê tevahî gelan ên li dora dibistana ramanî ya Îmralîyê kom bûne, geş kir. Tevger ji kesayetekî bû gelên ku xwe bi teoriya neteweya demokratîk bi rêxistin kirin.

Îmralî êdî ne giraveke biçûk û odeyeke girtîgehê ye, êdî bûye ronahî û azadiya ku dilê hemû azadîxwazan bi ramanan dagirtiye. Berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê hişt faşîst xwe li hember vê berxwedanê daxin û rûyê wan bê eşkerekirin.

Berxwedana girtîgehan bû felsefeyeke çavkaniya wê bû zindana Amedê û Îmralîyê, bû dibistan ji bo fêrkirina hemû cîhanî ku çawa bi birçîbûnê şer bikin. Ev şer hedef, armanc û çekeke bihêz e da ku dijmin tune bike û hilweşîne û evîn, azadî û jiyana azad bê sepandin. Na ji terorê û kuştina dilpakan re, mîna çawa artêşa faşîst a Tirk a ku ji exlaq, mirovahî û zagonên şer dûr ketiye, dike."

Di salvegera komployê de em zêdetir nêzî azadiyê dibin û bi salvegera berxwedanê re zêdetir nêzî serfiraziyê dibin. Di salvegera komployê de dibêjin; bijî berxwedana Îmraliyê bi rêbertiya rêberê azad Ocalan, bijî berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê û hilweşe komplo û bijî gel."

(fr)