Meşa dirêj a ciwanan gihîşt bajarê Kobanê

Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di roja xwe ya duyemîn de gihîşt bajarê Kobanê.

Meşa dirêj a ciwanan gihîşt bajarê Kobanê
Meşa dirêj a ciwanan gihîşt bajarê Kobanê
Meşa dirêj a ciwanan gihîşt bajarê Kobanê
Meşa dirêj a ciwanan gihîşt bajarê Kobanê
13 sibat, 2019   17:24

KOBANÊ

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşeke dirêj bi dirûşmeya”Ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê Serî Hilde, Rêbertî azad bike’ duh li navçeya Çelebiyê ya rojhilatê bajarê Kobanê bi tevlêbûna bi sedan ciwanan ber bi Kobanê ve dest pê kir.

Ciwanên ji hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî meşê bûn. Di roja yekemîn de, meşa ciwanan, gihîşt gundê Taşlûgê yê 20 km li rojhilatê bajarê Kobanê dikeve. Îro vê vê sibê, ciwanan ji wir careke din dest bi meşê kirin û berê xwe dan bajarê Kobanê.

Piştî saetên nîvro ciwanên Bakurê Sûriyê gundê Qebecux,Tihacib, Şêran û Helinc derbas kirin û di saetên êvarê de gihiştin bajarê Kobanê.

Li bajarê Kobanê ciwanan meşele rakirin û berê xwe dan Qada Jina Azad. Li qadê, Endama Meclisa PYD`ê Eyşe Efendî axivî û komploya navnetewî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan şermezar kir û got:”Em ê bi hêza ciwanên xwe û yekbûyîna ciwanê Sûriyê rêberê xwe azad bikin. Em piştgiriya çalakiya Leyla Guven dikin.”

Piştî ku meş îro li qada Jina Azad bi dawî bû, wê sibe di saet 10`an de, ciwanên Bakurê Sûriyê meşa xwe dewam bikin û berê xwe bidin gundê Elpelûrê ku cihê Ocalan têde mayî.

(hh-sn)

ANHA