‘Komplo dê têk biçe û asta berxwedanê roj bi roj bilindtir dibe’

Şêniyên Efrînê tekez kirin ku armanca komploya navneteweyî der heqê Ocalan de têkbirina gel li tevahiya Kurdistanê ye. Her wiha destnîşan kirin ku komplo bi saya berxwedana gel a ku roj bi roj bilindtir dibe dê têk biçe.

 ‘Komplo dê têk biçe û asta berxwedanê roj bi roj bilindtir dibe’
 ‘Komplo dê têk biçe û asta berxwedanê roj bi roj bilindtir dibe’
 ‘Komplo dê têk biçe û asta berxwedanê roj bi roj bilindtir dibe’
13 sibat, 2019   17:30

ARIF SILÊMAN-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan îro ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî bi dirşûmeya `Soza me em ê pergala Imraliyê bişkînin û bi Serok Apo re azad bijî` li gundê Til Qirah ê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê çalakiya konvedanê orgenîze kir.

Şêniyê bi navê Hesen Şêx Hesen bavê şehîd Ezîz Ereb ku yekemîn şehîdê Ereb di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de ye got: "Gelek dewletên herêmî û cîhanê tev li komploya navneteweyî der heqê Ocalan de bûn. Armanca komployê têkbirina çêkerê(afrînerê) biratiya gelan û vemirandina şoreşa gelên Rojhilata Navîn e ya ku veguheriye dozekê ku beyî Ocalan çareser nabe."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ednan Reşo tekez kir ku berxwedan li dijî dewleta Tirk a faşîst heya rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e û wiha domand: "Di bin konê çalakiyê de em carek din berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk tekez dikin. Heya azadiya Ocalan em dest ji berxwedana xwe bernadin. Yê ku çêja azadiyê tam kir jiyana di bin koletiyê û zulmê qebûl nake."

Ednan Reşo destnîşan kir ku dewletên kapîtalîzmê bi rêya komploya navneteweyî ji bo qirkirina gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê, fikra neteweya demokratîk û azadiya gelan kir hedef.

Şêniya bi navê Izdîhar Îbiş got komploya navneteweyî têk diçe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya komployê ji gelan re deriyek ji bo sekinandina li hember zordestiyê vekir. Berxwedana gel roj bi roj bilindtir dibe û dê fikrên Ocalan belav bikin.

(şx)

ANHA