Li Şehbayê bi boneya salvegera 15`ê Sibatê çalakiya konvedanê

Meclisa Malbatan Şehîdan a her du kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana têkoşer Leyla Guven û hevalên wê di girtîgehên Tirkiyê de, çalakiya konvedanê orgenîze kir.

13 sibat, 2019   17:00

ŞEHBA

Bi sedan şênî û malbatên şehîdan ên her du kantonên Efrîn û Şehbayê tevî endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser tev li çalakiya konvedanê bûn. Çalakgeran kirasên spî ku ev nivîs lê hatibûn nivîsandin `Em komploya navneteweyî şermezr dikin`,`Em piştgiriya berxwedana girtîgehan dikin`, `Azadiya Serok azadiya gelan e`, `Azadiya Serok misogeriya rizgarkirina Efrînê ye` û `Bijî Serok Apo` li xwe kirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre gelek axaftin ji aliyê endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk Hesen Koçer, endama Meclisa Malbatên şehîdan Sureya Hebeş, endama rêveber a Kongreya Star Hêvî Slêman, endama Meclisa Kantona Efrînê Sureya Mistefa û bi navê hevserên şehîdên kantonên Efrînê û Şehbayê Şervîn Rifat û Îman Hesen hatin kirin.

Axaftvanan tekez kirin ku komplo bi destê tevahiya dewletên cîhanê pêk hate û hîna jî  berdewam e, ji ber wê divê gelê Kurd hişyar be ji ber ku armancên wan dewletan qirkirina çand û gelê Kurd e.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dewletên ku komplo der heqê Ocalan de pêk anîne, qirkirina gelê Kurd di kesayeta Ocalan de armanc dikirin. Komplo ji bo têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û parçekirina Rojhilata Navîn pêk anîn. Lê piştî ku Ocalan girtîgeha Imraliyê veguherand dibistanekê ku fikra neteweya demokratîk jê destpê dike, komplo têk çû.

Axaftvanan komploya navneteweyî şermezar kirin ku û tekez kirin ku 15`ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojek reş e. Bi saya fikra Ocalan gelê Kurd bû xwedî vîn. Azadiya Ocalan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn çareseriyek e.

Her wiha axaftvanan diyar kirin ku tevahiya dewletan nikarin aloziya Sûriyê çareser bikin. Çareserî di fikra Ocalan de pêkane. Her wiha berxwedana Leyla Guven û girtîgehên Bakurê Kurdistanê pîroz kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana Leyla Guven û hevalên wê bi dawî bû.

(şx)

ANHA