Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî berdewam in

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî bi dirûşmeya “Bi vîn û berxwedanê em ê komploya navneteweyî bişkînin û em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin”, çalakiya konvedanê li Helebê orgenîze kir.

Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî berdewam in
Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî berdewam in
Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî berdewam in
Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî berdewam in
Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî berdewam in
Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî berdewam in
Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî berdewam in
Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî berdewam in
13 sibat, 2019   15:13

HELEB

Bi rasthatina salvegera 20`an a dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de, Partiya Yekîtiya Demokratrîk (PYD) li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şermezarkirina komployê çalakiya konvedanê orgenîze kir.

Bi sedan şêniyên taxê li qada Heft Şehîdan a aliyê rojava yê taxê kom bûn û kirasên spî li xwe kirin.

Kon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Leyla Guven û alên PYD`ê hate xemilandin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Komîna Şehîd Gelhat, Komîteya Lihevanînê, Dîwana Edaleta Civakî, Mala Êzidî, Kombûna Olan, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, Meclisa Eşrefiyê, Hêzên Parastina Civakî û Şaredariya Gel amade bûn.

Di çalakiyê de endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk Îsa Mistefa axivî û û got:"Ji bo şoreşê mercên guncew pêwîst in û ji bo serketina wê şoreşê divê hinde şert pêk werin jê ya herî girîng rêgez, fikr û îdyolojiya rizgariyê. Gelê Kurd ev taybetmendî di kesayeta Rêber Ocalan de dîtin."

Di berdewama axaftina xwe de Îsa Mistefa destnîşan kir ku projeyên Ocalan li dijî fikra mitîngeriyê ya li Rojhilata Navîn bû ji ber wê komplo pêk anîn û bi alîkariya dewletên herêmî ew dîl girtin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka meclisê Aytan Reşo axivî û berxwedana Leyla Guven û hevalên wê di girtîgehên Tirkiyê de silav kir.

Di dawiya axaftina xwe de Aytan Reşo soza şopandina berxwedana Leyla Guven heya bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Komîna Şehîd Gelhat Sekîne Çerkes komploya navneteweyî der heqê Ocalan de şermezar kir û got:"Hîna tecrîd li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û hevdîtinên wî bi parêzer û malbatê re têne qedexekirin. Lewra em şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên wan ên azadiyê, demokrasiyê û hilweşandina pergalên kompolger tekez dikin."

Piştî bidawîbûna axaftinan, hindek ji beşdarên çalakiyê helbest bi her du zimanên Erebî û Kurd li ser Ocalan vegotin.

Çalakî wê du rojan bi beşdarbûna şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd berdewam bike.

(şx)

ANHA