Gelê Til Temirê şehîdê xwe Egîd Botan oxir kirin

Bi sedan şêniyên Til Temir îro şehîdê YPG`ê Egîd Botan li Goristana Şehîdan a Til Temir oxir kirin.

Gelê Til Temirê şehîdê xwe Egîd Botan oxir kirin
Gelê Til Temirê şehîdê xwe Egîd Botan oxir kirin
Gelê Til Temirê şehîdê xwe Egîd Botan oxir kirin
Gelê Til Temirê şehîdê xwe Egîd Botan oxir kirin
Gelê Til Temirê şehîdê xwe Egîd Botan oxir kirin
Gelê Til Temirê şehîdê xwe Egîd Botan oxir kirin
Gelê Til Temirê şehîdê xwe Egîd Botan oxir kirin
Gelê Til Temirê şehîdê xwe Egîd Botan oxir kirin
Gelê Til Temirê şehîdê xwe Egîd Botan oxir kirin
13 sibat, 2019   15:36

HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê Fadî Ebûş (Egîd Botan) ku 6`ê Sibatê di Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî erebeyan berê xwe dan Gorsitana Şehîdan a Til Temir.

Li goristanê jî, bi sedan şêniyên Til Temir û gundên wê cenazeyê şehîd pêşwazî kirin.

Merasîma oxirkirinê li goristanê, bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate destpêkirin. Piştre, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temir Hîba El-Şelaş û ji fermandarên YPG`ê Serhed Cûdî axivin.

Di axaftinan de, rola şehîdan di rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê hate bibîrxistin,

Her wiha di axaftinan de, hate gotin ku hindk ma şervan hebûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmê tune bikin û ev serkeftin jî bi saya şehîdan e.

Di heman demê de, di axaftinan de hate teqezkirin ku hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî terorê û aliyên ku dixwazin istiqrara herêmê têk bibin, yek dest in.

Piştî axaftin bidawî bûn, wesîqeta şehadetê ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temir Diyana Hisên ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Egîd Botan bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

(kc)

ANHA