YPG`ê nasnameya lehengên Pêngava Bagera Cizîrê ragihandin

Navenda Ragihandi û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya şervanên YPG û YPJ`ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

13 sibat, 2019   15:06

NAVENAD NÛÇEYAN

Navendê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Tekoşîma me ya bi salan e li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê, ku cîhê şaxvedana şoreşa Rojava ye, gihîşt asteke nû ya girîng. Têkoşîna azadiyê ya ku em li hember terorîzmê dimeşînin îro komên terorî di gundê Baxoz a ser bi Dêrazor ê ve de di qadeke 1 km2 de asê kiriye. Bêguman yên ku herî zêde di vê serkeftina dîrokî de xwedî ked in şehîdên me yên ku her yek ji wan bi armanca hevjiyana azad a gelan xwe feda kirine.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, pêşketina hêzên me ya li gundê Baxozê didome. Di çarçoveya operasyonên di dîrokên 10 û 11 Sibatê, 10 rêhevalên me di pevçûnên li herêmê de şehîd ketin. Rêhevalên me Alan, Canda, Egîd, Heqî, Hitêmî, Îsmaîl, Jiyan, Mazlum, Serbest û Zagros bi sekna xwe bûn îfadeyek şênber ji bo têkoşîna me ya azadiyê.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

*****

Nasnav: Alan Rojava

Nav û Paşnav: Ebdulxaliq Bobî

Navê Dayikê: Fesîha

Navê Bav: Selam

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor  / 11’ê Sibatê 2019

*****

Nasnav: Canda Çarçela

Nav û Paşnav: Rehşan Mamo

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Omer

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor  / 10’ê Sibatê 2019

*****

Nasnav: Egîd Botan

Nav û Paşnav: Fadî Ebuş

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor  / 11’ê Sibatê 2019

*****

Nasnav: Heqî Hol

Nav û Paşnav: Mehmûd Atilla

Navê Dayikê: Hude

Navê Bav: Riyad

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrazor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor  / 11’ê Sibatê 2019

*****

Nasnav: Hitêmî Qamişlo

Nav û Paşnav: Mihemed Hitêmî

Navê Dayikê: Behiye

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor  / 11’ê Sibatê 2019

*****

Nasnav: Îsmaîl Qamişlo

Nav û Paşnav: Yasîn Dabul

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Faruq

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor  / 11’ê Sibatê 2019

*****

Nasnav: Jiyan Tolhildan

Nav û Paşnav: Dilxwaz Kenco

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Îdrîs

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor  / 10’ê Sibatê 2019

*****

Nasnav: Mazlum Doxan

Nav û Paşnav: Mehmûd El Hasud

Navê Dayikê: Şemse

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Çilaxa

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor  / 11’ê Sibatê 2019

*****

Nasnav: Serbest Girkêlegê

Nav û Paşnav: Eymen El Hemo

Navê Dayikê: Tirkiye

Navê Bav: Ebdulbaqî

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor  / 11’ê Sibatê 2019

****

Nasnav: Zagros Çilaxa

Nav û Paşnav: Elî Mûbarek

Navê Dayikê: Melîke

Navê Bav: Nayif

Cihê Ji Dayikbûnê: Çilaxa

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor  / 11’ê Sibatê 2019

Em şehîdên xwe yên ku bi têkoşîna xwe nirxên mezin afirandine bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em soza nirxên ku şehîdên me afirandine biparêzin û li ser şopa wan têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin, nû dikin.”

(kc)