‘Dewletên garantor ên herêma bêçek ji hev dûr ketine’

Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Şehbayê Mehmûd Hemdik diyar kir ku dewletên garantor ên herêma bêçek, dê di 14`ê Sibatê de bicivin, lê ev dewlet ji hev dûr ketine û wiha dewam kir: “Ez bawer nakim ku bigihîjin çareseriyekê, bi taybet di vê demê de.”

‘Dewletên garantor ên herêma bêçek ji hev dûr ketine’
13 sibat, 2019   09:02

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Girêdayî rewşa dawîn a li bajarê Idlibê û nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de, serokê Hevbendiya Niştîmanî ya ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Şehbayê Mehmûd Hemdik ji ajansa me re axivî.

Mehmûd Hemdik da zanîn ku Tirkiye hewl dide Idlibê radestî Rûsyayê bike, eger hewldanên wê di avakirina "herêma ewle" de bi ser ketin. Lê belê eger bi ser neket jî dê navê Heyet Tehrîr El-Şam biguherîne û tev li “Artêşa Wetenî” bike. Hemdik wiha got: “Hewldanên Tirkiyê di çarçoveya rewakirina Cebhet El-Nusra de bi rêya tevlêkirina wê di nav “Artêşa Wetenî” de û xistina wê di komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê de tên.”

Hemdik anî ziman ku nakokiyan di navbera Tirkiye û Rûsyayê de di dawiya 2018`an de dest pê kir, Tirkiyê soza vekirina rêya Şam-Lazîqiyê û avakirina herêmeke bêçek bi firehiya 15-20 km dabû, lê soza xwe bi cih neanî, ji ber vê yekê jî nakokî di navbera her du aliyan de derketin.

Mehmûd Hemdik diyar kir ku dewletên navên garantorên herêma bêçek li xwe dikin, dê di 14`ê Sibatê de bicivin, lê ev dewlet ji hev dûr ketine û wiha dewam kir: “Ez bawer nakim ku bigihîjin çareseriyekê, bi taybet di dema heyî de. Gelek zextên navdewletî li Îranê têne kirin da ku ji Sûriyê derkeve. Piştî biryara serokê Amerîkayê ya vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê, divê Tirkiye ku wek hêzeke dagirker tê hesibandin, ji tevahiya xaka Sûriyê derkeve.”

Hemdik di dawiya axaftina xwe de got Idlib beşek ji Sûriyê ye, nabe ku tê de hêzên tundraw ên wekî DAIŞ‘ê hebin û bêyî diyalogan çareseriya Sûriyê ne pêkan e.

(şx/kc)

ANHA