Reqa, 340 hezar şênî û 140 hezar koçberan hembêz dike

Li gorî serjimara Meclisa Reqayê ya 2018`an, piştî ku QSD’ê Reqa di sala 2017’an dev rizgar kir, hejmara şêniyên ku vegerîne bajarê Reqayê gihaşt zêdetirî 340 hezaran. Di heman demê de bajar 140 hezar koçber ji herêmên cuda yên welat hembêz dike.

Reqa, 340 hezar şênî û 140 hezar koçberan hembêz dike
Reqa, 340 hezar şênî û 140 hezar koçberan hembêz dike
Reqa, 340 hezar şênî û 140 hezar koçberan hembêz dike
Reqa, 340 hezar şênî û 140 hezar koçberan hembêz dike
Reqa, 340 hezar şênî û 140 hezar koçberan hembêz dike
13 sibat, 2019   08:53

EMARA EL-XELEF - HEMED MISTEFA / REQA

Piştî ku QSD’ê Reqa 20’ê Çileya 2017’an ji lepên DAIŞ’ê rizgar kir, aramî hat herêmê. Di dema şer de piraniya şêniyên Reqayê ji bajêr derketibûn. Piştî ku herêm vegeriya cihê ewlehiyê, derfetên kar peyda bûn. Ji ber wê şênî bi hejmareke mezin vegerîn bajarê Reqayê û sûkên bajêr geş bûn.

Ji bo jinûveavakirina bajêr û pêşkêşkirina xebatan ji şêniyan re ruxmî derfetên kêm, saziyên xizmetguzariyê bi taybet Şaredariya Gel bê navber dixebitin.

Li gorî serjimariya Meclisa Sivîl a Reqayê ya sala 2018`an hejmara şêniyan gihaşt zêdetirî 340 hezar şêniyan. Her wiha hejmara koçberan ku ji herêmên cuda yên welêt koçberî bajêr bûne, zêdetirî 140 hezar in. Heya niha rojane şênî vedigerin bajarê Reqayê.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Îbrahîm wiha got: "Piştî peydabûna ewlehiyê, jiyan vegerî bajêr û sûkên bajêr geş bûn. Hejmara dikanên ku li bajêr hatine vekirin, derdora 8-9 hezar in."

Ehmed El-Îbrahîm di dawiyê de destnîşan kir ku ew di bicihanîna soza ku ji bo jinûveavakirina bajêr de dane, berdewam in. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan ji bo rûmet û ewlehiya bajêr da.

Ji ber dagirkirina bajarê Reqayê ji hêla çeteyên Cebhet El-Nusra û piştî wê DAIŞ`ê ve, şênî neçar man ji Reqayê ber bi dewletên herêmî û Ewropayê ve koçber bibin. Piştî ku bajar ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin û ewlehî ava bû, şênî vedigerin bajêr û koçberên ku ji herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê û herêmên di bin dagirkeriya Tirk de revîne, berê xwe didin Reqayê.

(şx/bm)

ANHA