Kongreya Star ji bo 15`ê Sibatê bang li jinan kir

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, bang li jinan kir ku dakevin qadan û Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin.

Kongreya Star ji bo 15`ê Sibatê bang li jinan kir
13 sibat, 2019   08:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan, Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û got armanca komployê tunekirina îradeya gelê Kurd û taybet îradeya jinan bû.

Kongreya Star di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “Bi navê Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şemezar dikin. Armanca komployê tunekirina îradeya gelê Kurd û taybet îradeya jinan bû. Lê bi saya berxwedana dîrokî ku rêber Apo dimeşîne û pêşxistina paradîgmaya neteweya demokratîk, her wiha berxwedana gelê Kurd û dostên wan li hemû qadan di bin dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de komplo negihîşt armanca xwe.”

Koordînasyona Kogreya Star di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anku roja 15`ê Sibatê rojeke reş ji bo gelê Kurd e û wiha dewam kir: "Lê ev roj bû hêz, têkoşîn û berxwedan li dijî hêzên ku cihê xwe di nava komployê de digirin. Hikumeta Tirk a faşîst bi dîlgirtina Ocalan têr nekir, tecrîdeke giran li ser wî dimeşîne. Lê gelê Kurd û dostên wan û taybet jin bê deng neman, di her kêliyê de têkoşîna xwe bilind dikin û mînaka wê jî çalakiyên greva birçîbûnê ne ku bi serkêşiya têkoşer Leyla Guven pêk tên.”

Koordînasyonê anî ziman ku ew wek Kongreya Star a Rojava ji bo şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan û rakirina tecrîdê, wan dest bi hemleya çalakiyan di bin dirûşma “Em ê tecrîdê rakin, faşîsmê têk bibin û neteweya demokratîk ava bikin” kiriye.

Koordînasyona Kongreya Star di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinên li tevahiya cîhanê, hêzên demokratîk û gelên azadîxwaz kir ku di Roja 15`ê Sibatê de serî hildin û dakevin qadan û  polîtîkayên hikumeta Tirk ên li ser Ocalan û tecrîdê şermezar bikin.

(kc)