ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-02-2019
13 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo nirxandina geşedanên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de gefên Tirkiyê li ser herêm û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Buroya Têkiliyan a QSD‘ê bi rûspiyên Ereb ên navçeya Til Hemîsê re dicive, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya şêniyên navçeya Amûdê ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaaln di roja sêyemîn de didome, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşmeya "Bi vîn û berxwedanê em ê pergala îmralî hilweşînin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin" Rêxistina PYD‘ê ya bajarê Helebê çalakiyên kon li Qada 7 Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê dest pê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazayê 3 şervanên YPG‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan vedişêrin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê bi navê Murad Ehmed ê ji Cindirêsê di Berxwedana Serdemê de, dîmenekî wî li ser toreyên medyaya civakî hate belavkirin û bi vê yekê ew navdar bû. Murad di dîmen de berxwedana xwe li herêma Cindirêsê teqez dike. Murad ku niha li Şehbaye got:”Dagirker dixwest me qir bike, lê me bi têkoşînê ew têk bir.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hezaran sivîlên Dêrazorê neçar dimînin ku bi rojan li ser pêyan bimeşin da ku xwe lepên çeteyên DAIŞ‘ê xilas bikin û xwe herêmên rizgarkirî yên di bin parastina QSD‘ê de. Rêwîtiya koçberan ji xilasbûna ji dojeh dikare were binavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- DAIŞ li Iraqê ji malzaroka rêxistina El-Qaîde derket, sûd ji rewşên aloz ên herêmê, destwerdana Amerîkayê ya Iraqê û nakokiyên mezhebî ku hin hêzên herêmê geş dikirin, wergirt. Di gelek pêvajoyan re derbas bû, gelek kesên ku endamên El-Qaîdeyê bûn û li Afganistanê şer kiribû, bûne fermandarên wê heta ku fermandarî kete destê Ebû Bekir El-Bexdadî. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Serokê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê şaxê Şehbayê teqez kir ku Tirkiyê li ser du xetan dimeşe, ya yekê heger hewldanên wê yên avakirina "herêma ewle" biserkeve dê Idlibê radestî Rûsyayê bike. Ya duyem jî eger ev hewldan bi serneket wê demê dê navê Heyet Tehrîr El-Şam biguhere yan jî tev li artêşa neteweyî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Hec Îsa got, nêrîna aştiyane ya Rêveberiya Xweser desteka Tirkiyê bi terora navdewletî re eşkere kir. Tirkiyê ji ber siyasetên xwe yên şaş li herêmê ketiye rêyeke xetimî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jin a PYD‘ b bi tevlêbûna jinên rewşenbîr, endamên jin ên partiyên siyasî û saziyên sivîl panelekê li dar dixe. Panel bi navnîşana "Jin û Rêbertî" li buroya partiyê ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a Efrînê ji bo balê bikşîne ser kuştina hejmarek jin li ser sînrorê Sûriyê- Tirkiyê ji aliyê artêşa Tirk ve daxuyanî dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên ji bajarê Kobanê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine teqez kir ku wan piştî hevdîtinê asta têkoşîn û girêdana bi xaka xwe bilind kirine. Her wiha destnîşan kir ku bi saya fikrê Ocalan ji zihniyeta mêrdestiyê rizgar bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Koma Hêzil a navçeya Tirbespiyê bi hejmareke biçûk destpê kir niha veguharî naveneke mezin ku bi dehan şêniyên navçeyê tê de cih digirin. Koma Hêzil rexmî hemû xeztên rêjîma Baas xebatên xwe ranewestand, berevajî vê yekê kedeke mezin da, endamên komên ne tenê xwedî li çandê derdikevin, di demên pêwîst de dibin şervan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li gorî serjimariya Meclisa bajarê Reqayê ya 2018`an, ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ji hêla QSD`ê ve di 20`ê Cotmeha 2017‘an de hejmara şêniyên ku vegerîne bajarê Reqayê gihaşt zêdetirî 340 hezar kesî. Di heman demê de bajêr 140 hezar koçber ji herêmên cuda yên welat hemêz dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Buroya Perwerdeyê ya girêdayî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ya herêma El-Keramê li gundewarê rojhilat, ji destpêka hatiye vekirin ve di Çileya 2017`an de 23 hezar xwendekar hemêz kiriye, 79 dibistan vekiriye û 935 mamoste erkdar kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA