‘Nêzîkatiyên aşîtiyê ya Rêveberiya Xweser dawî li derewên Tirkiyê anî’

 Hevserokê Komîteya Têkiliyan a Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Hac Îsa wiha got:”Nêzîkatiyên  aşîtiyê ya Rêveberiya Xweser, cihê Tirkiyê di nava gola terora navdewletî de derxist holê û dawî li derewên Tirkiyê anî.”

‘Nêzîkatiyên aşîtiyê ya Rêveberiya Xweser dawî li derewên Tirkiyê anî’
13 sibat, 2019   06:21

EBDULSELLAM MIHEMED/ KOBANÊ

Tirkiyê bi hemû awayan dixwaze tevlehiyê li herêmên Bakurê Sûriyê derbixe û derbeyê li projeya demokratîk bixe, lewra dewleta Tirkiyê ji bo derbasî herêmê bibe û herêmên nû dagir bike, li buhaneyên bê bingeh digere.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Komîteya Têkiliyan a Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Hac Îsa ji ajansa me re axivî û got:” Tirkiyê gelek herêm li Sûriyê dagir kirin û ji ber sînorê dewleteke cîran bê sedem derbas dike, hem li hindir û hem li derve  bû  cihê kîn û kirêtiyê.”

Têkildarî rola dewletên Ereb li hemberî dagirkeriya Tirk Ferhan wiha got:"Rola dewletên Ereb ne li gorî astên ku têne xwestin. Ji ber vê yekê em bang li birayên xwe yên Ereb dikin, ku di vê derbarê de bi roleke erênî û aktîv bilîzin. Her wiha wendabûna rola Erebî û bi taybet Komara Misirê ne buhane ye. Li ser vî esasî jî divê hemû hêzên Erebî û cîhanî kiryarên Tirkiyê bisekinîn û sînorekî ji sûcdariya wê re deynin

Di heman demê de, têkildarî rola wendayî ya  NY`yê û bêdengiya wê di derheqê rewşa herêmê Ferhan ev tişt got:"Divê NY`yê vê dagirkeriyê şermezar bike ji ber dewleta Tirk dervî yesayên navdewletî tevdigere û divê rêzê ji serweriya dewlet û serxwebûna wan re bigire. Di heman demê de divê NY`yê bi erkê xwe yên sekinandina kiryarên Tirkiyê û hesabxwestinê rabe."

Di dawiya axaftina xwe de Ferhan wiha got:" Divê gelên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dûrî vê dewleta teror bikeve û yekrêz bin.”

(ekib)

ANHA