Li Baxozê depoya çekan kete destê şervanên QSD‘ê

Şervanên QSD’ê yên li gundê Baxozê, li deverên ku hatine rizgarkirin xebatên lêgerîn dest danî. Şervana depoyeke çekan a çeteyên DAIŞ‘ê desteser kirin.

Li Baxozê depoya çekan kete destê şervanên QSD‘ê
12 sibat, 2019   17:33

DÊRAZOR

Qonaxa Dawî ya Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya bi pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê ber bi bargeha dawî ya di destê çeteyên DAIŞ‘ê de dewam dike. Şervanên QSD‘ê li gundê Baxozê li deverên ku hatine rizgarkirin xebatên lêgerîne dan destpêkirin. Şervanan depoyeke çek û çebilxane ya çeteyên DAIŞ‘ê  ku ji topên hwanê û çekên klaşînkov pêk dihat desteser kirin.

Xebatên paqijkirina deverên rizgarkirinî ji mayînên çeteyên DAIŞ‘ê berdewam e.

ANHA