Ji Desteya Perwerdeyê biryarên girîng

Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Buroya Karûbarên Mirovî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina rewşa perwerdeyê biryarên girîng girtin.

Ji Desteya Perwerdeyê biryarên girîng
11 sibat, 2019   19:35

GIRÊ SPÎ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Buroya Karûbarên Mirovî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistinê bi rêxistinên perwerde û fêrkirinê re civiya. Civîn li avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li navçeya Eyn Îsayê hat lidarxistin.

Hevserokên Desteya Perwerde û Fêrkirinê Receb El-Mişrif û Kewser Diko, Hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî Ebdulqadir Miwehde, nûnerên hemû rêxistinên perwerde û fêrkirinê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê di civînê de amade bûn.

Beşdaran 3 xalên sereke girêdayî alîkardayîna rêxistinên têkildarî perwerde û fêrikirinê, rewşa perwerdeyê li dibistanan û mekanîzmeya pêkanîna projeyan nîqaş kirin û di vî warî de biryar girtin.

Piştî ku beşdaran warê xedemî ji xebatên sererastkirin, avakirina dibistanan, peydakirina av ji xwendekaran re û warê tenduristiyê nîqaş kirin, hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê biryara girt ku êdî xebatên nîvco yên sererastkirina dibistanan ji hêla rêxistinan ve neyên qebûlkirin.

Li gorî serjimariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê hejmara dibistanên ku li bajarên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê bi temamî wêran bûne gihaşt 108 dibistanan. Hejmara dibistanên bi hewcedariya sererastkirinê ne 816 dibistan. Her wiha hejmara dibistanên ku li wan bajaran hatine aktîvkirin gihaştin hezar û 245 dibistanan.

Her wiha beşdaran mijara perwerdehî ji aliyên dewreyên mamosteyan û perwerdeya xwendin û nivîsandinê nîqaş kirin. Di vî warî de desteyê biryara qedexekirina bikaranîna avahiyên dibistanan ji hêla her aliyekî ve û ji bo her sedemekî girt û tenê dibistan ji bo prosesa perwerdehiyê ye.

Desteya Perwerde û Fêrkirin wergirtina şagirtan belgeyan ji hêla rêxistinan qedexe kir, tenê Desteya Perwerde û Fêrkiriinê dikare belgeyan bide xwendekaran.

Girêdayî dewreyên xwendin û nivisandinê, desteyê piştî nîqaşan bi rêxistinan re biryar girt ku dewreyên xwendin û nivîsandin piştî bidawîbûna dewama dibistanan ya fermî werin meşandin. Divê dabeşî du beşan bibin, di sibehan de ji kesên ku temenên wan jorî 15 saliyê û piştî bidawîbûna dewama dibistanan ji kesên jêrî 15 saliyê.

Desteyê nîqaşên girêdayî dewreyên ku rêxistinan ji mamosteyan re dimeşînin û mijara kesên astengdar paşde xist da ku bi Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê re nîqaş bike. Desteyê projeyên desteka derûnî(piskolojî) bi Desteya Tenduristiyê ve girêdan ji ber ku projeya desteka derûnî beşek ji tenduristiyê ye.

Piştî nîqaşên girêdayî makenîzmeya bicihanîna projeyan, beşdaran li ser bicihanîna koordîneya pêwîst bi Buroya Karûbarên Mirovî û komîteyên girêdayî wan projeyan re lihev kirin. Ji bo xweseriya her herêmêkê re divê bi komîteyên wan herêman re ew proje bêne nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Kewser Diko bang li tevahiya rêxistinên têkildarî karûbarên perwerdehiyê kir ku pêwîste projeyên xwe di dema wê ya diyar de bi dawî bikin, da ku karê hindek aliyên ku dixwazin kar bikin asteng nekin.

Kewser teqez kir ku divê xebatên rêxistinan di warê desteka derûnî û manewî de nemîne û girîngiyê bidin warê aborî.

ANHA