QSD‘ê êrîşa çeteyan têk bir

Li gundê Baxoza Jorîn çeteyên DAIŞ‘ê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî nuqeteyên hêzên QSD‘ê bikin. Êrîş ji aliyê şervanan ve hate şikandin.

QSD‘ê êrîşa çeteyan têk bir
11 sibat, 2019   19:52

DÊRAZOR

Nûçegihanê me ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopîne diyar kir ku şervanên QSD‘ê wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ‘ê ku di xwest xwe di nava şervanên de biteqîne, teqandin.

Li gundê Baxoza Jorîn şerê girna di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de rû dide.

ANHA