Rêveberiya Xweser ji bo kesên derbasî herêmê dibin tedbîr girt

Desteya Hundirîn a  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hesankirina rewşa kesên ku têne û parastina wan tedbîr girtin.

Rêveberiya Xweser ji bo kesên derbasî herêmê dibin tedbîr girt
11 sibat, 2019   18:21

GIRÊ SPÎ

Rêveberiya Xweer a BaKur û Rojhilatê  Sûriyê civîna xwe li avahiya rêveberiyê ya navçeya Eyn Îsayê li dar xist. Cîgirê Hevserokê Desteya Hundirîn  Emîn Salih û nûnerên bûroyên kesênhatî yên rêveberiyên xweser û sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Di civînê de mekanîzmeya kar û xebatên bûroyan, tedîbîrên girêdayî kesên ku derbasî herêmê dibin û pirsgirêkên ku li wan rast tên hatin şîrovekirin.

Beşdaran hesankirina rewşa kesên ku derbasî herêmê dibin tedbîr girtin, ji wan:

-Kesên ku derbasî herêmê bibe, dê belgeyekê ji buroya têkildar werbigire.

- Kesê tê herêmê bi kefîlekî ji şêniyên herêmê li gorî mecên ku rêveberiyê têkildarî diyar dike, were qeydkirin û mercên ewlehî yên hemû rêveberiyan berçavan were derbaskirin.

-şeklê belgeyên ji bo kesên derbasî herêmê dibin, li hemû herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek e.

Di dawiya civînê de komîteyek hate avakiriin da ku bi hevkariya buroyên têkildar re li ser mijara kesên derbasî herêmên dibin bisekine.

ANHA