Li kampa Holê êş û azar bi dawî nabin

Zaroka bi navê Rehma El-Casim ji ber teqîna gazê di hundirê kampa Holê de şewitî, lê rêxistinan alîkariya wê nekir. Heyva Sor a Kurd teqez kir ku ew ê dermankirina wê zarokê bigirin ser xwe û alîkariyê ji wê re pêşkêş bikin heta baş dibe.

Li kampa Holê êş û azar bi dawî nabin
10 sibat, 2019   07:09

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Piştî ku şervanên QSD`ê dest bi hemleya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê kir, şervanan bi hezaran sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de rizgar kirin.

Şêniyên ku bi rêya korîdorên ewlehiyê ku şervanên QSD`ê vekirin, hatine rizgarkirin, bi alîkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê derbasî kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê bûn.

Ji ber sermaya zêde û hejmara koçberan ku zêdetirî 27 hezar koçber û bi hezaran penaberên ji Iraqê ne, rêxistinên mirovahiyê alîkariyê nadin rêveberiya kampê. Ji ber wê jî tevî hewldanên rêveberiya kampê û Heyva Sor a Kurd û pêşkêşkirina alîkariyan, lê gelek zarok mirin. Li gorî yek ji rêveberên kampê ji ber kêmbûna alîkariyên ku pêşkêş dikirin, nikaribûn rê li pêşiya mirinê bigirin.

Di kampê de hewcedariya gelek kesan bi alîkariyê heye. Ji kesên ku di kampê de ku heta niha tu rêxistinên mirovî destek nedayê, yek jî Rehma El-Casim e ku ji ber şewata di çadira wan de beşeke zêde ji laşê wê şewitiye.

Rehma El-Casim (10), dema bi dê, bav, xwişk û birayên xwe rûniştibû, sobeya wan ku li ser gazê dixebite, teqiya û ji ber wê jî sîng û rûyê şewitîn.

Dayika Rehmayê nexwest navê xwe bibêje, diyar kir ku rêxistinên mirovî yên di kampa Holê de tu alîkarî ji wan re pêşkêş nekirin û wiha got: "Dema em çûn rêxistinan da ku rewşa Rehma bibînin, tu girîngî nedan me."

Dayika Rehma destnîşan kir ku rewşa keça wê pir xeternak e û pêwîstiya wê bi alîkariyê heye, ji ber ku heger dermankirina wê dereng bimîne dê rûyê wê xira bibe. Dayika Rehma bang li rêxistinên mirovî kir ku derman ji keça wê re pêşkêş bike.

Ji bo rewşa Rehma El-Casim ajansa me bi berpirsekî Heyva Sor a Kurd di kampa Holê de Yaqûb Îbrahîm re, hevdîtinek çêkir. Yaqûb Îbrahîm destnîşan kir ku ew ê dermankirina Rehma heta ku baş bibe, bigirin ser xwe û dê hemû pêwîstiyan pêşkêş bikin da ku şûna şewatê li ser rûyê wê êdî diyar nebe.

(bx)

ANHA