Xwaringeheke biçûk pêdiviyên 800 karkerî bi cih tîne

Bi piştevaniya Kongreya Star a Dêrikê li Dergehê Sêmalka xwaringeheke biçûk hate vekirin û xwarinê ji 800 karkerên ku di dergehê de dixebitin, bi buhayekî guncaw peyda dike.

Xwaringeheke biçûk pêdiviyên 800 karkerî bi cih tîne
Xwaringeheke biçûk pêdiviyên 800 karkerî bi cih tîne
Xwaringeheke biçûk pêdiviyên 800 karkerî bi cih tîne
Xwaringeheke biçûk pêdiviyên 800 karkerî bi cih tîne
10 sibat, 2019   07:20

NEJBÎR OSMAN - ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Komîteya Aborî ya girêdayî Kongreya Star a Dêrikê ji 9 mehan ve projeya xwaringehekê li Dergehê Sêmalka bi armanca peydakirina derfetên kar ji jinan re, vekir.

Li xwaringehê 5 jin kar dikin. Xwarin û vexwarinê ji bo karkerên ku li dergehê dixebitin bi buhayekî guncaw amade dikin. Her wiha pere wekhev li ser karkerên xwaringehê tê belavkirin.

Karê jinan li xwaringehê ji saetên sibehê des tpê dike û heya êvarê dewam dike.

Çavdêra li ser xwaringehê Wesîle Ehmed da zanîn ku ev xwaringeha biçûk ruhekî alîkarî û hevkariyê di navbera her 5 karkeran de ji bo meşandina kar û hilberînê bi pêş dixe. Her wiha armanceke wê jî pêşxistina aboriya taybet a jinan e.

Di domana axaftina xwe de Wesîle wiha got: "Jin dikarin hemû bendên astengiyan derbas bikin. Ev jî di şoreşa Rojava de diyarker e. Şoreşê derfeta hemû aliyên jiyanê ji jinan re vekir û jinan canê xwe ji bo civak û şoreşê jî da."

Wesîle Ehmed got ev proje ji bo jinan di aliyê nefsî û manewî de bi rêya desteka xwe ji bo malbatê û bicihanîna pêdiviyên xwe yên kesayetî, destekeke mezin e.

(fr)

ANHA