Selahedîn Mislim: Em ê bi diyalogê Sûriyeyeke nû ava bikin

Endamê Komxebata Danûstandina Sûrî Selahedîn Mislim got danûstandin rêya tekane ya avakirina welat e û got: “Bi diyalogê em ê Sûriyeyeke nû ava bikin.”

Selahedîn Mislim: Em ê bi diyalogê Sûriyeyeke nû ava bikin
10 sibat, 2019   06:52

KOBANÊ

Girêdayî mijara Komxebata Danûstandina Sûrî û semînerên têkildarî pêşeroja herêmê û pêşkêşkirina çareseriyên nû ji aloziya Sûriyê têne lidarxistin, endamê komxebatê Selahedîn Mislim ji ajansa me re axivî.

Di çarçoveya xebatên komxebatê de, di 30`yê Çileyê de semînerek bi navê ‘Pêşeroja Sûriyê û asoyên çareseriya Sûrî` li bajarê Kobanê hate lidarxistin. Di semînerê de mijara herêmên ewle ku di van demên dawîn de behsa wê tê kirin û rewşa aborî ya Bakurê Sûriyê û berhemên binerd ên herêmê hatin nîqaşkirin.

Di destpêka gotinên xwe de Selahedîn Mislim destnîşan kir ku tecrubeya Bakurê Sûriyê tecrubeyeke serkeftî ye, vê yekê jî pêkhateyên herêmê û hêzên cîhanî bi xwe dibêjin û wiha got: "Rewşa herêmên me ji herêmên dîtir baştir e. Kar bi giyanê hevpar ji bo xizmeta welat hîna berdewam e."

Selahedîn Mislim wiha pê de çû: "Em li ser rêgeza danûstandinê dimeşin. Bi danûstandinê re tenê em dikarin welat ava bikin. Em hemû di heman xendekê de ne, dijmin cudahiyê naxe navbera tu kesî. Divê em li gorî asta berpirsyariyê bibin yek û xaka xwe li hember dijminan bi lehengî biparêzin."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Mislim destnîşan kir ku gelên herêmê dema ku hindek hêzên cîhanî û herêmî hewl da Sûriyê wêran bikin, herêmên xwe parastin. Mislim diyar kir ku Tirkiyê ji bo pêkanîna çavbirçîbûna xwe li herêmê, li Efrînê tiştên ku kesekî hesab nedikir, pêk anîn û wiha dewam kir: “Tirkiyê li Efrînê kuşt, talan kir û şêniyên wê koçber kirin, heta ku darên zeytûnê jî ji binpêkirinên wê nefilitîn.”

Selahedîn Mislim siyaseta tevliheviyê ya ku bi destê hêzên navdewletî li herêmê tê meşandin, bi bîr xist û diyar kir ku divê di mîna van rewşan de şênî baldar bin, ji ber ku tevahî di heman xendekê de ne. Selahedîn teqez kir ku siyaseta Rêveberiya Xweser cudahiyê naxe navbera pêkhateyan û ji bo pêkanîna vê armancê xebat berdewam e.

Selahedîn Mislim gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Pêşeroja Sûriyê di destê şêniyên wê de ye, ne di destê dijminên dagirker de ye. Diyalog jî bingeha her xebateke niştîmanî ya rastîn e. Bi rêya wê em welatê xwe yê buha bi hev re diparêzin û ava dikin."

(şx)

ANHA