`DAIŞ`ê dayik û birayên min kuştin … QSD`ê em ji wan rizgar kirin`

Zarokên ku ji aliyê QSD’ê ve ji zilma DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, kêfxweşiya xwe anî ziman. Yek ji zarokan ku rondikên wî nedisekinîn, wiha got: “DAIŞ`ê dayik û birayên min kuştin, QSD`ê em ji wan rizgar kirin."

`DAIŞ`ê dayik û birayên min kuştin … QSD`ê em ji wan rizgar kirin`
`DAIŞ`ê dayik û birayên min kuştin … QSD`ê em ji wan rizgar kirin`
`DAIŞ`ê dayik û birayên min kuştin … QSD`ê em ji wan rizgar kirin`
`DAIŞ`ê dayik û birayên min kuştin … QSD`ê em ji wan rizgar kirin`
`DAIŞ`ê dayik û birayên min kuştin … QSD`ê em ji wan rizgar kirin`
10 sibat, 2019   06:44

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

QSD’ê di pêngava rizgarkirina sivîlan ji DAIŞ’ê de, di mehên dawî de zêdetirî 27 hezar koçberên ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê rizgar kirin. Şervanên QSD’ê sivîlên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin, gihandin cihên ewle û li kampa Holê bi cih kirin.

Dema ku kamerayên ajansa me di nava kampa Holê de digeriyan, zarokên koçber ên ji Dêrazorê hatin pêşiya kamerayên me, êş û  azarên xwe ji me re parve kirin.

Zarokê bi navê Xidir El-Begarî yê ji gundê El-Eşarê wiha got: “Em keyfxweş in ku ji lepên DAIŞ’ê rizgar bûne.” Dema ku Xidir qala zilma DAIŞ’ê dikir, rondikên wî hatin xwar û wiha got: “Ji beriya çend rojan em hatin kampa Holê, DAIŞ`ê dayik û birayên min kuştin, QSD`ê jî em ji wan rizgar kirin."

Li aliyekî din jî koçberekî ji Dêrazorê yê bi navê Mihemed El-Elî wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ`ê îşkence li me kir, me bi çavên xwe hovîtiya wan dît, wan gelek sivîl serjê dikirin."

El-Elî spasiya QSD`ê kir ku ew ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. El-Elî destnîşan kir ku QSD’ê rêyên ewle ji wan re vekirin û wiha domand: "Em ji DAIŞ`ê rizgar kirin, çawa ku em rizgar kirin, xwarin û derman ji me re anîn."

Her wiha zarokê bi navê Mihemed Xalid diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê ew ji lîstikên zarokan mehrûm kirin, nehiştin xwendina xwe dewam bikin û wiha got: "Ji ber zilma DAIŞ`ê me koçî kampa Holê kir, DAIŞ`ê em ji mafê me yê zaroktiyê mehrûm kirin, em niha li kampê bi ewle dijîn."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê di sala 2016’an e kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê vekir da ku pêşwaziya koçberên ji Iraqê ku ji zilm û kiryarên çeteyên DAIŞ`ê reviyan, bike.

(jo/bm)

ANHA