Ibrahîm Mislim: Armanca Tirkiyê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Nûnerê PYD`ê yê dewletên Balkanê Ibrahîm Mislim diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma ewle ya di bin Tirkiyê de na xwazin û armanca Tikriyê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ibrahîm Mislim: Armanca Tirkiyê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
10 sibat, 2019   06:06

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li welatên Balkanê Ibrahîm Mislim di derbarê hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivî.

‘Tirkiyê her dem hewl daye ku projeya Netewa Demokratîk têk bibe’

Mislim destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyê li dijî gelê Kurd ne kiryareke nûye, Tirkiyê her dem hewl daye ku projeya Netewa Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û bi awayên rasterast yan jî veşartî êrîşî herêmê kiriye.

‘Gelên herêmê lîstoka Osmaniya nû baş nas kirine’

Mislim wiha dewam kir:”Piştî ku Tirkiyê ji hêla siyasî ve têk çû, niha hewl dide ku peymana Edeneyê nû bike, lê ya rastî ew e ku gelên herêmên pêvajoya nezaniyê derbas kirine û lîstika Osmaniyên nû li ser herêmê baş nas kirine".

Mislim her wiha bal kişand ser fişar û aloziya Tirkiyê ya hundirîn, piştî ku siyasetên wê yên derve têk çûn û ev tişt anî ziman:”Tişta ku li Efrînê bû û dibe mînaka herî eşkere ya têkçûna Erdogan e. Cîhan bi tevahî kiryarên kuştin û talaniyê yên Tirkiyê li Efrînê dîtin.”

Derbarê hewldanên Tirkiyê yên herêma ewle ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mislim diyar kir ku gelan ev pêşniyar û daxwaza Tirkiyê nepejirandin, ji ber dizanin ku armanca Tirkiyê dagirkirina herêmê ye û got:"Em herêmeke di bin çavdêriya navdewletî tenê dipejirînin.”

‘Projeya Netewa Demokratîk pêşeroja ronî ya Rojhilata Navîn e’

Nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li welatên Balkanê Ibrahîm Mislim axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:”Projeya Netewa Demokratîk pêşeroja ronî ya Rojhilata Navîn e, ji ber ku mafên hemû pêkhateya diparêze û rê li pêşiya siyasetên dijî dîktetoran digre, her wiha dê demokrasî û wekhevî û azadiya civakî pêk bîne.”

(kn)

ANHA