ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-02-2019
10 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê li Goristana Şehîd Diclayê oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo ji malbata şervana YPJ‘ê Hêvîdar Azadî re ya ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû sersaxiyê dixwazin. Konê sersaxiyê li taxa Qidûrbeg tê vedan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mamosteyên kantona Kobanê bi meşekê komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê teqez kirin ku dewleta Tirk a dagirker tu carî nikarin îradeya wan bişkînin. Her wiha diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê ji arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Helwesta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de tevlihev e û êdî şîaryên xwe yên gelerî kêm dike, li aliyekî deriyê li hevkirina bi Esed re vekirî hiştiyê û li aliyekî din xeleka Rûsî ya ku di dora stuyê wê gerandiye qebûl kiriye. Li Yemenê jî alozî didome û îtîrafa Ewropayê bi Guadeloupe zêde dibe. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Nûnerê PYD`ê yê dewletên Balkanê Ibrahîm Mislim diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma ewle ya di bin Tirkiyê de na xwazin û armanca Tikriyê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komxebata Sûrî Selahedîn Mislim got danûstandin rêya tekane ya avakirina welat e. Her wiha pesnê tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got: "Tecrubeyek serkeftî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Hêzên Parastina Civakî –Jin ên herêmên kantona Hesekê ji bo şermezarkirina komploya navdewletî  navendî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke navendî gundê Til Nesrî yê navçeya Til Temirê li dar dixe, saet 11:00. Bi heman armancê bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakî – Jin a taxa Şêxmeqsûd a  meşek tê lidarxistin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi insiyatîfa xwe û bi piştevaniya Kongreya Star a Dêrikê li Dergeha Sêmalka xwaringehek biçûk hat vekirin û xwarinê ji 800 karkerên ku di dergehê de dixebitin, bi buhayeke guncaw peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Kurd bi taybet jinên Efrînê hertim ji bo rojên reş û dijwar tedbîran digirin, da ku di rojên teng de sûdê jê bigirin. Hemîda mînaka wan jinan e, ji ber wê niha li Şehabyê tevî rewşên dijwar li ber xwe dide û israra xwe ji bo vegera Efrînê teqez dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zarokên ku ji aliyê QSD’ê ve ji zilma DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, kêfxweşiya xwe anîn ziman. Yek ji zarokan ku rondikên wî nedisekinîn wiha got: “DAIŞ`ê dayîk û birayên min kuştin, QSD`ê em ji wan rizgar kirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê turnoveya futbolê ya dibistanan bi dawî dike. Lîstika dawî li stada 15‘ê Tebaxê tê lidarxistin, saet 11:00.

CIVAK Û JIYAN

-Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Dêrikê kampanyaya paqijkirina kolan û saziyên herêmê destpê dike. Kampanya dê mehekê dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zaroka vi navê Rehma El-Casim ji ber teqîna gazê di hundirê kampa Holê de gelekî şewitî, lê rêxistinan alîkariya wê nekir. Heyva Sor a Kurd teqez kir ku ew ê dermankirina wê zarokê bigrin ser xwe û alîkariyê ji wê re pêşkêş bikin heta rehet bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Sivîl a Reqayê biryara jinûveavakirina sazumaniya meclisên û komînên girêdayî meclisê girt. Meclisa Sivîl a Reqayê piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji hêla QSD`ê ve ji destê DAIŞ`ê ji bo peydakirina pêwîstiyên şêniyan, meclis û komîn ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsayê di sala nû de gelek xebatên xizmetguzariyê aniye cih. Bi rêya wan projeyan derfetên kar ji şêniyan re peyda kir. Ruxmî derfetên kêm lê şaredaî hewl dide projeyên nû dema desteka pêwîst peyda bibin, bîne cih. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA