Tehrîr El-Şam li Hemayê êrîşî bargeheke Rûsî kirin

Hêzên rêjîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê êrîş birin ser hin deverên herêmên gundewarên Hema û Idlibê. Hata ragihandin ku çeteyên Tehrîr El-Şam bargehek Rûsî li bajarokê Ebû Dalî li bakurê gundewarê parîzgeha Hemayê topbaran kirin.

Tehrîr El-Şam li Hemayê êrîşî bargeheke Rûsî kirin
9 sibat, 2019   16:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyek ji Idlibê dan me, hêzên rêjîma Sûriyê bi desteka hêzên Rûsyayê bajarê Xan Şêxûn ê başûrê bajarê Idlibê bi top û fuzeyan kiriye hedef. Di encamê de sivîl û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam birîndar bûne.

Heman çavkaniyî ragihandin ku zêdetirî 30 fuze li ser Xan Şêxûnê ketine. Her wiha diyar kir ku çeteyên Tehrîr El-Şam bargehek Rûsî li bajarokê Ebû Dalî li bakurê gundewarê parîzgeha Hemayê topbaran kirine.

Tirkiyê û Rûsya girêdayî çaranûsa Idlibê yê ku bi temamî ketiye bin serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam gotûbêjan dikin.

Gelek çavdêr dibînin ku parêzgeha Idlibê veguheriye herêma herî xeternak, ji ber ku El-Qaîde xwe lê asê kiriye.

(şx)

ANHA