Komploya navdewletî di civînan de hate şermezarkirin

Li Kobanê ji bo balê bikşînin ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Neteweyî Abdullah Ocalan ku 15‘ê Sibata 1999‘an pêk hatibû du civîn hatin lidarxistin.

Komploya navdewletî di civînan de hate şermezarkirin
Komploya navdewletî di civînan de hate şermezarkirin
Komploya navdewletî di civînan de hate şermezarkirin
Komploya navdewletî di civînan de hate şermezarkirin
9 sibat, 2019   17:15

KOBANÊ

Têkildarî salvegera 21‘emîn a komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Neteweyî Abdullah Ocalan li navçeya Qenayayê ya kantona Kobanê du civîn hatin lidarxistin. Civîna yekemîn li Dibistana Bajarokê Benderê û ya din li dibitana navenda navçeyê hatin lidarxistin. Bi sedan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl ên bajarê beşdarî civînan bûn.

Di civîna yekemîn de rêvebira Kongreya Star a Kantona Kobanê Semîra Ehmed axivî. Semîra komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Dixwazin di kesayeta Ocalan de hebûna kurdan tine bikin."

Semîra her wiha destnîşan kir ku wekî ji ew ji bo azadiyê Ocalan bixebitin û got, Ocalan rêya azadiyê nîşanî jinan kiriye.

Di civîna duyemîn de jî endama Buroya Rêrxistinî ya PYD‘ê Eyşe Efendî axivî û ev tişt anî ziman: "Em berxwedana girtîgeha Amedê û çalakgerên grevên birçîbûnê, têkoşer Leyla Guven ku ev 94 roj in di grevê de silav dkin, bi felsefeya Ocalan em li vir kom bûne."

Eyşe Efendî destenîşan kir ku armanca komployê tinekirina kurdan û doza wê û bi bîr xistin ku di serî de Tirkiyê destê gelek dewletan di komployê de heye.

Eyşe diyar kir ku Ocalan di parêznameya xwe de ku di girtîgeha Îmraîliyê de nivîsandibû got: "Projeya neteweya demokratîk, rêveberiya xweser ku niha pêk tê, damezirand."

endama Buroya Rêrxistinî ya PYD‘ê Eyşe Efendî bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevalên wê û wiha domand: "Leyla Guven û hevalên wê bi îradeyeke xurt dê li hemberî siyasetên dewleta Tirk serbikevin. Armanca tecrîdê gel û rêbertî ji hev qut bikin. Em dibêjin rêbertî di dil û bîra me de ye."

Cigirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanî jî di civînê de axivî û banga mezinkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriyê kir û got: "Em xwediyê vê axê ne, em mafdar in, mafê me ye ku li ser xaka xwe bijîn."

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî û Leyla Guven û hevalên wê bi dawî bû.

ANHA