Şehîda YPJ‘ê Hêvîdar Azadî li Qamişlo hat veşartin

Şervana YPJ‘ê Yadhan Mistefa (Hêvîdar Azadî) bi merasîmekî girseyî ji aliyê seden kesî ve li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hate veşartin.

Şehîda YPJ‘ê Hêvîdar Azadî li Qamişlo hat veşartin
Şehîda YPJ‘ê Hêvîdar Azadî li Qamişlo hat veşartin
Şehîda YPJ‘ê Hêvîdar Azadî li Qamişlo hat veşartin
Şehîda YPJ‘ê Hêvîdar Azadî li Qamişlo hat veşartin
Şehîda YPJ‘ê Hêvîdar Azadî li Qamişlo hat veşartin
Şehîda YPJ‘ê Hêvîdar Azadî li Qamişlo hat veşartin
9 sibat, 2019   16:13

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, tevlî hêzên leşkerî û endamên sazaiyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî cenazeyê şervana YPJ`ê Yadhan Mistefa (Hêvîdar Azadî) ya di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo oxir kir.

Li goristanê, merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve hate lidarxistin. Paşê axaftin hatin kirin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Fatima El-Casim, ji fermandarên YPJ‘ Dilar Qamişlo û bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hevserokê Desteya Şûnwaran Hisên El-Elî axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd Hêvîdar Azadî û şervanên YPG-YPJ`ê re xwestin û diyar kirin ku goristanên şehîdan cenazeyên şehîdên ku ji bo parastina xaka welat canê xwe fedakirine hemêz dikin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê herêmê ji bo rizgarkirina gel û xak berdêlên buha daye. Çeteyên DAIŞ`ê li ser gel û tevahiya cîhanê xeteriyek bûn û niha bi saya têkoşîn û berxwedana QSD`ê ew di bargeha dawîn de nefesên xwe yên dawîn distînin.

Bavê şehîd Hêvîdar Azadî, Mistefa Henan spasiya tevahiya kesên ku di merasîmê de amade bûne kir û got: "Şehîd Hêvîdar ne şehîda yekemîn e û ne jî bibe ya dawîn. Em şopdarên riyên şehîdan in."

Piştî bi dawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Revîn Şêxmûs wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Hêvîdar Azadî li goristana Şehîd Saroxan spartin axê.

(şx)

ANHA