Sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Efrînê re hat xwestin

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê sersaxî ji malbata şervanê YPG`ê Baho Efrîn ku 29`ê Çileyê 2019`an li bajarokê  Mebrûka yê Serêkaniyê yê herêma Cizîrê şehîd bûye re, xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Efrînê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Efrînê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Efrînê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Efrînê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Efrînê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Efrînê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Efrînê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Efrînê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Efrînê re hat xwestin
9 sibat, 2019   13:24

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Kemal Osman (Bahoz Efrîn) ku li Kampa Serdem a kantona Şehbayê hatiye vedan û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Bi sedan şêniyên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, şêniyên navçeya Til Rifet, navçeya Ehdas, şêniyên Kampa Serdem her wiha endamên komîn û meclisên kantonên Efrîn û Şehbayê tevlî merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Navçeta Til Rifet Mihemd Henan, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê Mead Reslan û Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Xelîl Îso û Mihmed Eco axivîn.

Di axaftinan de Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku dewletên desthilatdar ên ku azadiyê red dikin tevlî vê komployê bûne. Her wiha hat destnîşankirin ku bi îradeya xwe komplo vala derxistin û bi îradeya xwe dê tecrîdê bişkînin.

Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirkiyê tu carî nikare îradeya gelê Kurd bişkîne ji ber ew gelekî berxwedêr in û bi fikrên Ocalan ve girêdayî ne.

Axaftivanan gotin, ji bo gel azad û aram dûrî pargalên desthilatdar bijîn, şehîdan canê xwe feda kirine, her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê û rizgarkirina Efrînê hat dayîn.

Paşê bawernameya şehadetê ji aliyê Endama KPC-Demokratîk  Nezîfa Mamo ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Merasîma sersaxiyê bi drşûmeyên silavkirina berxwedana şehîdan û Berxwedan Serdemê bidawî bû.

(bx/bm)

ANHA