Li Swêd û Swîsre li dijî tecrîdê meş tên lidarxistin

Kurd û dostên xwe li Swêd û Swîsre  yê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê daketin qadan.

Li Swêd û Swîsre li dijî tecrîdê meş tên lidarxistin
9 sibat, 2019   13:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji sala 2011’an ve dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji beriya 94 rojan di girtîgeha Amedê de, li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir û heta niha jî çalakiya wê berdewam e. Çalakiyên grevên birçîbûnê li Kurdistan û seranserî Cîhanê destpêkirin û heta niha jî didomin. Kurd, dostên Kurdan û aliyên demokratîk li seranserî Ewrupayê jî dest bi çalakiyan kirin.

Îro jî Kurd û dostên xwe li bajarê Stockholm ê Siwêdê û li bajarê Basel ê Swisreyê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê daketin qadan.

Stockholm

Kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê de ye, dest bi meşeke 2 rojan kirin.

Çalakger saet di 11.00’an de li Qada Medborgarplatsenê hatin ba hev û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi pankartên ji bo rakirina tecrîdê dest bi meşê kirin.

Çalakger li her cihê ku derbas dibin re, derbarê zextên li ser mafên mirovan ên ku Tirkiye dike, tecrîda li ser Ocalan û derbarê çalakiyên greva birçîbûnê raya giştî haydar dikin. Meşvan bang li hikumeta Swêdê dikin da ku ji bo rakirina tecrîdê têkevin nav hewldanan.

Çalakger di meşê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Daxwazên Leyla Guven,daxwazên me ne’, ‘PKK gel e, gel em in’ û ‘Erdoganê faşîst’ berz dikin.

Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ew ê 2 rojan bimeşin û bal kişandin ser vî tiştî ku bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê.

Meşa sibê ew ê sibê saet di 11.00’an de li Parka Ralambshovê dest pê bike û ew ê bi mîtînga di saet 17.00’an de ya li Qada Normalmê bi dawî bibe.

Basel

Di salvegera 20’emîn a komployê de siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend jî di nav de bi sedan kesan bi slogana ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ meşeke dirêj a 8 rojan dan destpêkirin. Meş ew ê ji Baselê heta Strasboûrgê bidome.

Meş ji aliyê KCDK-E’yê hate organîzekirin û li qada Barfusserplatzê ya Baselê bi mîtîngeke mezin dest pê kir. Di mîtîngê de pankartên ji bo azadiya Ocalan û silavkirina çalakgerên greva birçîbûnê hatin vekirin.

Fatoş Goksungur: Wê tecrîd were şikandin

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur di destpêka meşê de axivî û got ku “Armanca me ya sereke ya vê meşê ev e ku, em daxwazên hevalên xwe ji cîhanê re ragihînin. Heta ku tecrîda li ser Ocalan neşikê wê ne gelên Tirkiyeyê û ne jî gelên Rojhilata Navîn azad nebin.”

Aydar: Di sala 20’an de wê komplo were hilweşandin

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî diyar kir ku gelê Kurd li her qadê li ber xwe didin û got ku, “Di sala 20’emîn a komployê de, em ê bi berxwedana xwe Rêbertiya xwe azad bikin û em ê komployê hilweşînin. Em dizanin, bi berxwedana me re, tirsa rejîma faşîst jî zêde dibe.”

Li ser navê SYKP, MLKP, ATÎK, AvEG-KON, ADHK, KPP û PYD’ê axaftin hate kirin û qala girîngiya meşê hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku “Bi şikandina tecrîsa li ser Ocalan re wê gelên Tirkiyeyê azad bibin.”

Nûnerên gelek saziyan tevlî meşê bûne

Parlementer û hevşaredarên HDP’ê yên ji neçarî hatine Ewropayê, Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevseroka KCDK’ê Fatoş Goksungur, endamên CÎK’ê, hunermend, endamên KNK’ê û nûnerên SYKP, MLKP, ATÎK, AvEG-KON, ADHK, KPP û PYD’ê jî di nav de nûnerên gelek saziyan tevlî meşê bûne.