Ciwanên Eyn Îsa ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê dest bi çalakiyan kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî, bi nêzikbûnac salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi çalakiyan kirin.

Ciwanên Eyn Îsa ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê dest bi çalakiyan kirin
Ciwanên Eyn Îsa ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê dest bi çalakiyan kirin
Ciwanên Eyn Îsa ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê dest bi çalakiyan kirin
Ciwanên Eyn Îsa ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê dest bi çalakiyan kirin
Ciwanên Eyn Îsa ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê dest bi çalakiyan kirin
Ciwanên Eyn Îsa ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê dest bi çalakiyan kirin
Ciwanên Eyn Îsa ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê dest bi çalakiyan kirin
Ciwanên Eyn Îsa ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê dest bi çalakiyan kirin
9 sibat, 2019   13:32

GIRÊ SPÎ

Bi dehan ji şêniyên navçeyê û bajarokên Ebû Xirza, Elî Bacilya û Hîşe beşdarî çalakiyan bû.

Çalakî bi daxuyaniyek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Eyn Îsa ve hate destpêkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Eyn Îsa Zehra Mihemed li ber navenda meclisa navçeyê ve  hate xwendin ve, komploya naventeweyî û bêdengiya navneteweyî ya li dijî Ocalan hate şermezarkirin.

Piştî daxuyaniyê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Elî Hesen di konê ku ji aliyê wan ve hatiye vegirtin de, semîner da. Di semînara ku bi dehan şêniyên herêmê beşdarî bûne de, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta tecrîdkirina wî hate şirovekirin.

Hesen anî ziman ku fikra Ocalan niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, lê hin dewlet ev yekê li ser xwe xetirî dibînin, lewra bi hemû derfetan hewl didin vê projeya demokratîk têk bibin.

Semîner bi nîşandana sinevizyonekê derbarê lêkolîneran û rewşenbîran çi li ser komploya navneteweyî gotine, bidawî bû.

Tê payîn ku Tevgera Ciwanên Şoreşger gelek çalakiyan di çaroveya nêzikbûna salvgera 20`emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, lidar bixe.

(kc)

ANHA