The Independent: DAIŞ`a mezin li rojavayê Firatê ye

Rojnameya The Independent a Brîtanî diyar kir ku komên terorîst yên li rojavayê Firatê ji bo cîhanê cihê metirsiyê ne, rojnameyê diyar kir ku cîhan "çavên xwe ji metirsya herî mezin a li rojavayê Firatê re digire".

The Independent: DAIŞ`a mezin li rojavayê Firatê ye
9 sibat, 2019   11:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskarê Brîtanî Patrick Cockburn di gotara xwe ya di rojnameya The Independent ya Brîtanî diyar ku, dema mijara tunebûna DAIŞ`ê tê gotûbêjkirin, lêkolîner rasteiyeke berçav jibîr dikin, ew jî ew e ku baregeha herî mezin ya Sûriyê ku di bin desthilatdariya komên girêdayî rêxistina El- Qaidê  de, ne ew çend gundên li rojhilatê welêt ên ku hevpayman lê şer dike ye".

‘Nêrîna Heyet Tehrîr El- Şam û DAIŞ’ê heman e’

Cockburn gotinên xwe wiha domand: “Rêxistina herî bi hêz û girîng  li parêzgeha Idlibê û derdora wê yên li bakur rojavayê Sûriyê ye, li wir Heyet Tehrîr El- Şam ku komeke ji DAIŞ`ê veqetiya ye heye, ew û DAIŞ  xwediyê heman nêrîn û baweriyên tundrew û tekîtîkên leşkerî ne, fermandarên wan mîna yên DAIŞ`ê êlekên bi teqemeniyê hatine xemilandin li xwe dikin". Cockburn tekez kir ku Amerîka rastiya van koman dizane  û sala derbasbûyî ew xistibûn nava lîsteya terorê, tevî ku wan navê xwe guhertibû jî.”

Li dogrî Cockburn Heyet Tehrîr Elşam sala derbasbûyî tevahiya herêma Idlibê xiste bin desthiladariya xwe ku hêjmara şêniyên herêmê bi qasî 3`ê milyonan e, ew dikarin nêzê 50 hezar çekdara têxin qadên şer.

‘Welatên rojavayî xwe li rastiyê kor dikin’

Cockburn wiha domand: “Welatên rojavayî xwe li rastiyekê kor dikin, li wir dewleteke biçûk ya ku El- Qaide birêve dibe heye, hêjmara welatiyên wê bi qasî yê Wales`ê ye, artêşa wê pir ji a Brîtaniyayê ne biçûktir e. Ya rastî eger welatên rojava vê rastiyê bibînin dê xuyan bibe ku çiqas ew li Sûriyê qels in û gelek komên cîhadî li Sûriyê hene". Cockburn da zanîn ku hikûmet û ragihandina cîhanî giranî didin parçeyekî aloziya Sûriyê û metirsiya DAIŞ`ê a li rohilatê Firatê, lê metirsiya mezin a li rojavayê Firatê nabînin.

Li gorî Cockburn "di pêvjoya kurt de, dibe ku DAIŞ karibe li dijî welatên rojavayî hin êrîşan pêk bîne, lê DAIŞ`a li rojavayê Firatê "Heyet Tehrîr El-Şam" dikar derbeyên hin mezintir li welatên Rojava bide".

(kn/bm)