Meclisa Ewlehiyê: Divê hikumeta Lubnanê çekan ji hemû koman bistîne

Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî ji hikumeta Lubnanê re got ku, divê çekan ji hemû koman bê standin.

Meclisa Ewlehiyê: Divê hikumeta Lubnanê çekan ji hemû koman bistîne
9 sibat, 2019   10:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî RT, meclisê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku hêzên çekdar ên Lubnanê, tekan e hêzên rewa yên welatê Lubnanê ne û ya ku di destûrê de hatiye bibîrxistin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşakirin ku pêwîst e hemû aliyên Lubnanê di pêkanîna vê biryarê de xwe bigirin û nehêlin tevlihevî pêk were.

Serokê Lubnanê di 31’ê Çile de piştî 9 mehan ji bendewarî û nakokiyan, damezrandina hikumeta yekitiya nîştimanî ya nû ragihand. Seed El-Herîr bû serokê hikumeta nû. Di heman dem ê de Di wezareta hikumetê de 4 jin jî hene.

(fr)