‘Derketina ji Efxanistan û Sûriyê şaştiyeke ku em ê li ser poşman bibin’

Rojnameya “New York Post” a Amerîkî derbarê daxuyaniya Trump, teqez kir ku Trump şaştiya Barack Obama dûbare dike.

 ‘Derketina ji Efxanistan û Sûriyê şaştiyeke ku em ê li ser poşman bibin’
9 sibat, 2019   11:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyê dibêje ku di şerên asayî de, hêsan e ku kesên serkeftî de werin diyarkirin û wiha domand:”Serkeftin tê wateya ku dijmin xwe radeset bike û çekên xwe deyîne.”  Rojnameyê teqez kir ku lê ev ne şerekî asayî ye.

Di berdewamî de, rojnameyê got:"Em şerekî bi dewletekê re ku sînor, artêş û hêzên xwe yên esmanî hene, nakin. Em şerê terorîstên ku Usama Osama bin Laden navê lê kiribû’Şerê çarenûsî di navbera xiyanet û Îslamê de’dikin.

Her wiha Rojnameya “New York Post” got:"Terorîst dibînin ku vekişandina Obama sala 2011`an ji Iraqê û vekişandina pilankirî ya Trump ji Sûriyê û Efxanistanê, Amerîka bi vekişandinê xwe têk bir.”

Rojnameyê rewşa dawî ya DAIŞ`ê bibîr xist û wiha domand:”DAIŞ`ê têk neçûye, heta niha bi deh hezaran endamên xwe hene.”

Her wiha rojnameyê bi lêv kir ku di dema niha de û bi biryara vekişanda ji Sûriyê, bûyerên ku dema biryara Obama ya derketina ji Iraqê wê werin dûbarekirin û wiha domand:"Em ji pêvajoya şerê li dijî li Iraqê, derbasî şerê li dijî DAIŞ`ê li Iraq, Şam, Lîbiya, Sûmal…El-Filibîn bûn.”

Di dawiyê de rojnameyê got:"Em nizanin çi ji me re hatiye veşartin. Dibe ku em bibînin DAIŞ`ê li DYA û Ewropayê ye, nexasim bi belavbûna bêedaletî, feqirtî û tevlehviyê.”

(kc)