Salak beriya niha li gundê Şekatko artêşa Erdogan komkujiyek pêk anî

Salek beriya niha wekî îro, 9‘ê Sibata 2018‘an dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê komkujiyek li gundê Şekatko yê navçeya Şiyê pêk anîn. Gelo ev komkujî çawa pêk hat?.

Salak beriya niha li gundê Şekatko artêşa Erdogan komkujiyek pêk anî
Salak beriya niha li gundê Şekatko artêşa Erdogan komkujiyek pêk anî
9 sibat, 2019   07:15

CAFER CAFO – XANDÎ ELO / EFRÎN

20`ê Çileya 2018‘an artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca qirkirinê êrîşên hovane anîn ser kantona Efrînê. Di êrîşan de teknîka herî pêşketî ya şer ku di qadên navdewletî de hatin qedexekirin hatin bi karanîn û komkujî li ser sivîlan pêk anîn. Gorên şehîdan û deverên dîrokî rûxandin, di heman demê de mal û milkên sivîlan talan kirin û zerareke mezin jî gihandin xweza.

9`ê Sibata 2018‘an, saet 12:00‘an de balafirên şer ên dagirkeriya Tirkiyê bombe li malên sivîlan ên gundê  Şîkatko yê navçeya Şiyê barandin. Di encamê de ji malbatekê 7 kes ku di nav de zarok hebûn hatin qetilkirin.

Roja yekemîn a komkujiyên ekîpên enqazê berê xwe dane gund da ku cenazeyan rakirin, lê ji ber balafir bê navber li ser gund digeriyan cenaze di wê rojê de nehatin derxistin.

Roja din, ekîpên enqazê cenaze ji bin kavilan derxistin. Hemû parçe parçe bibûn. Ekîpên enqazê cenaze rakirin nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê û di roja sêyemîn de li Goristana Efrînê hatin definkirin.

Binpêkirinên dagirekriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê heta roja me ya îro li gel bêdengiyeke navdewletî de didomin.

ANHA