Efrînî bi giyanê berpirsyartiyê beşdarî berxwedanê bûn

Şêniyên Efrînê, bi mezin û biçûkên xwe, jin û mêr li kêleka şervanên YPG û YPJ‘ê berxwedaneke bê hempa li dijî dagirkeran rave kirin. Şêniyan xwe bi rêxistinkirin û bi giyanê berpirsyartiyê li hemberî hêzên dagirker sekinîn û diyar kirin ku îradeya wan ti carî neşkê.

Efrînî bi giyanê berpirsyartiyê beşdarî berxwedanê bûn
Efrînî bi giyanê berpirsyartiyê beşdarî berxwedanê bûn
Efrînî bi giyanê berpirsyartiyê beşdarî berxwedanê bûn
Efrînî bi giyanê berpirsyartiyê beşdarî berxwedanê bûn
Efrînî bi giyanê berpirsyartiyê beşdarî berxwedanê bûn
Efrînî bi giyanê berpirsyartiyê beşdarî berxwedanê bûn
9 sibat, 2019   07:07

 CAFER CAFO – XANDÎ ELO / EFRÎN

Şêniyên kantona Efrînê li dijî teknelojiyaya herî pêşketî ya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê sekinîn û berxwedaneke  ku hertim di dîrokê de were mayîndekirin, nîşan dan. Şêniyan li gelê parêzvanên welatê dirûşma "Berxwedan Jiyan e" esas girtin û qehremantî xêz kirin.

Welatiyê bi navê Îdrîs Weqas ji herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê ye. Idrîs li warê xwe 44 rojan li ber xwe dan û bû şahidê hevgirtina şênî û şervanan di yek çemberê de.

Hêza şêniyan ji çekên dijmin xurttir e

Idrîs di destpêka axaftina xwe de balê dikişîne ser hêz û îradeya şêniyan li dijî hêzên dagirker û ev tişt got:” Kantona Efrînê tekane herêm bû ku di nava aştî û aramiyê de bû, gelek koçber ên ji deverên din ên Sûriyê û penaberên ji derve pêşwazî kir. Li Efrînê sîstemeke demokratîk hate rûniştandin, hemû pêkhate û beşên civakî wek hev bûn û wekî xwişk û bira dijiyan. Lê sîstema demokratîk a ku xwe dispêra Netewa Demokratîk a li Efrînê li rihetiya dagirkeriya Tirkiyê nehat. Lewre hincetên derew derxistin û êrîşên hovane anîn ser Efrînê. Şerê qirkirinê li dijî gelê Efrînê dan destpêkirin. Şenî û şervanên YPG û YPJ‘ê  bi îradeyeke xurt ku xwe dispêre wefedariya şehîdan li hemberî êrîşên sekinîn. "

Idrîs destnîşan kir ku herêma ji 20‘ê Çileyê ve rojane dihat topbarankirin û dibêje: "Ji 20‘ê Çileyê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrîşan kirin. Rojek bê êrîş derbas nebû. Rojane bi dehan top û fûz di avêtin ser herêma Cindirêsê, li beramberî wê berxwedaneke lehengî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê bi çekên sivik hate meşandin."

Idrîs Weqas berxwedana sivîlan bi bîr tîne û destnîşan kir ku bi hezaran sivîlan ji herêma Cindirêsê derneketin, berpirsyartiya parastina herêmê girtin ser xwe û heta dawiyê li ber xwe dan. Hin ji wan birîndar radikirin û derman dikirin, hin din jî xwarin û vexwarin ji şervanan re dişandin, her wiha bi çekên sivik taxên xwe diparastin."

Idrîs diyar kir ku ji ber êrîşên dijwar sivîl nema dikarîn li derve tevgerê bikin, gelek sivîl ku di bin zemînan de diman dema diçûn xwarin û vexwarinê peyda bikin şehîd bûn. Her wiha hemşîreyê bi navê Şiyar dema birîndar radikirin şehîd bû.

Idrîs di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Gel ji dagirkeran netirsiya, lê li ber xwe dan. Komînan di vê pêvajoyê de xwe îsbat kir û heta dawiyê xizmeta şêniyan kir."

ANHA